Ji bo ku zarok bi tenduristî mezin bibin û têkiliyeke xurt di navbera dêûbav û zarokan de çêbibe, hin tiştên girîng hene. Têkiliyeke baş bi zarokan re, fêrbûna wan hêsantir dike û ji bo pêşveçûna wan a hestyarî bingeheke xurt di mejîyê wan de ava dike. Pisporên Navenda Pêşveçûna Zarokan a Harvardê 5 rêyên hêsan pêşniyar dikin ji bo piştgirîkirina pêşveçûna mejîyê zarokan. Fikra wan a sereke ev e: “Li ser tiştê ku zarokê we eleqedar dike, bi wî re biaxivin û bersivê bidin wî.” Li vir hin şîret hene ji bo dêûbavan:
1.Bala xwe bidinê ka zarokê we li ser çi ye
Zarokê we li çi dinêre? Tiştekî nîşan dide? Deng derdixe an jî rûyê wî tiştekî diyar dike? Kilît ev e ku hûn bizanibin zarokê we li ser çi difikire. Bêguman, hûn nikarin her dem vê yekê bikin, lê di rojê de çend caran vê yekê bi baldarî bikin, têkiliya we bi zarokê we re xurtir dibe. Di nav karên rojane de çend caran wextê xwe bidin vê yekê û bala xwe bidin tiştê ku zarokê we lê difikire. Ev yek çima girîng e? Ji ber ku ev baldarî ji we re nîşan dide ka zarokê we bi çi eleqedar e, çi jêhatîbûnên wî hene û çi hewce dike. Dibe ku zarokê we tenê bi lîstikan bilîze, lê di van kêliyan de ew tiştên nû kifş dike û jêhatîbûnên xwe nîşanî we dide.
2.Piştgirî û cesaretê bidin wî
Zarokê xwe hembêz bikin, bi nermî bi wî re biaxivin, an jî bi wî re di tiştê ku dike de beşdar bibin. Ev ji bo cîhana wî ya biçûk gelek wateyê digire. Carinan tenê dengek an rûyekî bişirîn jî bes e. Gava hûn bişirîn an jî bibêjin “Erê, ez dibînim,” an jî tiştekî ku ew nîşan dide nêzîk bikin, ev yek ji bo pêşveçûna hestyarî ya zarokê we pir bi feyde ye. Bersiveke piştgir û cesaretê, meraqa zarokê we xelat dike. Ger zarok tu bersivê negire, dibe ku ev yek ji wî re stresê çêbike. Gava hûn bersivê didin, zarok dibîne ku raman û hestên wî têne bihîstin û têne famkirin.
3.Tiştê ku lê eleqedar e nav lê bikin
Gava hûn ji zarokê xwe re dibêjin ka ew çi dibîne, çi dike, an çi hîs dike, hûn di mejîyê wî de girêdanên girîng ên zimanî çêdikin. Her çend zarokê we hêj piçûk be û tiştên ku hûn dibêjin fêm neke jî, ev girêdan dest pê dikin. Hûn dikarin her tiştê ku zarokê we lê eleqedar e nav lê bikin; ev dibe kesek, tiştek, kiryarek, an hestek. Mînak, ger zarok bi lingên xwe eleqedar be, hûn dikarin bibêjin, “Erê, ev lingên te ne!” Gava hûn tiştan nav lê dikin, hûn alîkariyê didin zarokê xwe ku cîhana derdora xwe fêm bike û zanibe ka dê çi biqewime. Navkirin her wiha peyvan dide zarokan û nîşan dide ku hûn qîmetê didin wan.
4.Bisekinin û bi wî re têkilî daynin
Gava hûn bersivê didin tiştê ku zarokê we dike, hinekî bisekinin û firsendê bidin wî ku bersivê bide we. Piştî ku wî bersiv da, hûn dikarin vê yekê bidomînin û têkiliyê xurt bikin. Tiştê girîng ev e ku hûn hewl nedin ku hîn bikin, tenê bi meraq û eleqe bersivê bidin gotinên wî. Ev dibe diyalogeke çend hevokan, lê divê hûn di navbera hevokan de bisekinin. Mejîyê zarokan ji bo fêhmkirina agahiyên nû hewceyê wextê ye. Ji ravekirinên dirêj û tevlihev dûr bikevin. Bisekinin, ji ber ku ev yek alîkariya zarokê we dike û rê li ber têkiliyeke xweş vedike. Diyaloga ku bi rêzê diçe û ne ji bo sererastkirinê ye, baweriya zarokê we bi xwe zêde dike. Ev yek alîkariyê dide wî ku xwe kontrol bike û fêr bibe ka çawa bi kesên din re têkilî daynine. Bi sekinandinê, hûn wextê didin zarokê xwe ku ramanên xwe pêşve bibe, bawerî û serxwebûna xwe ava bike. Her wiha ev yek ji we re dibe alîkar ku hûn hewcedariyên wî baştir fêm bikin.
5.Bihêlin ew dest pê bike û biqedîne
Zarok gava amade ne ku lîstikekê biqedînin û derbasî tiştekî din bibin, nîşanan didin. Dibe ku eleqeya wan bi lîstikekê kêm bibe, lîstikeke nû hilbijêrin, li tiştekî din binêrin, an jî bibêjin “Bes e.” Gava hûn bi baldarî bi zarokê xwe re dilîzin, hûn ê bibînin ka ew kengî amade ye ku tiştekî nû dest pê bike. Feydeya vê yekê ev e: Gava hûn wextê didin zarokê xwe ku rêberiyê bike û zû destwerdanê nekin, hûn cîh didin wî ku cîhana xwe keşf bike. Bêhna xwe hinekê bigirin û bihêlin ew lîstika xwe saz bike an jî hinekê li derdorê bigere ji bo destpêkirina tiştekî nû. Gava lîstikek diqede, zû lîstikeke nû pêşniyar nekin; bihêlin ew bi xwe tiştekî nû biafirîne. Bi vî awayî hûn nahêlin afirîneriya wî bê astengkirin.
Çavkanî:
“5 Steps for Brain Building Serve and Return”. Ji vir hatiye wergirtin: https://developingchild.harvard.edu/resources/5-steps-for-brain-building-serve-and-return/