Cewşenname | Hîzb 11-15

11.HÎZB

  1. Ey ê ku dema tengasîyan paldanka min
  2. Ey ê ku dema musîbetan, hêvîya min
  3. Ey ê ku dema ez tenê me bi min re ye
  4. Ey ê ku ez dikevime xerîbîyê hevalê min
  5. Ey ê ku dema nîmetan welîyê min
  6. Ey ê ku dema ez dikewicim kewca min dibe
  7. Ey ê ku dema ez hewcedarim îhsanîyê dike
  8. Ey ê ku rewşa dijwarîyê stargeha min
  9. Ey ê ku dema ez ditirsim alîkarê min
  10. Ey ê ku dema ez şaş dibim rê nîşanî min dide

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

12.HÎZB

  1. Ey ê ku xeybê herî bi qenc zane
  2. Ey ê ku gunehan zêde dibexşîne
  3. Ey ê ku eyban zêde dinuxumîne
  4. Ey ê ku tengasîyan ji holê radike
  5. Ey ê ku dilan dizivirîne
  6. Ey ê ku dilan dixemilîne û xweşik dike
  7. Ey ê ku qelban bi nûr dike
  8. Ey ê ku tebîbê qelban
  9. Ey dildarê qelban
  10. Ey yarê dilan

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

13.HÎZB

Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,

bi libergerîn ji te dixwazim;

  1. Ey xwedîyî celal
  2. Ey xwedîyî cemal
  3. Ey wekîlê her tiştî
  4. Ey kefîlê her tiştî
  5. Ey ê ku kesên şaşbûne re, rê nîşan dide
  6. Ey ê ku xeteyan af dike
  7. Ey ê ku her tiştî xeberdare
  8. Ey ê ku xwedîyê lutf û îhsanê
  9. Ey serfîrazê her tiştî
  10. Ey Xwedayê min ê ku malîkê her tiştî

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

14.HÎZB

  1. Ey ê ku şeqizîyan re rê nîşan dide
  2. Ey ê ku hewcedaran re alîkarîyê dike
  3. Ey ê ku bersivê dide libergerîyan
  4. Ey ê ku dixwazin agir dûr bisekinin disitirîne
  5. Ey spartgeha îsyankar û gunehkaran
  6. Ey ê ku gunehkaran dibexşîne
  7. Ey ê ku bawerîyê dide yê ku ditirsin
  8. Ey ê ku miskînan re diêşe
  9. Ey dostê yên ku xwe bêkes hîs dikin
  10. Ey Xwedayê min ê ku duayê hewcedaran bêbersîv nahêle

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

15.HÎZB

  1. Ey xwedîyê comerdî û îhsanan
  2. Ey xwedîyê zêdeyî û keremê
  3. Ey xwedîyê bawerî û ewlehîyê
  4. Ey yê ku hemû kimasîyan dûr û pak
  5. Ey xwedîyê hîkmet û beyanê
  6. Ey xwedîyê dilovanî û rizayê
  7. Ey xwedîyê hucet û birhanan
  8. Ey xwedîyê bilindî û hikumranîyê
  9. Ey xwedîyê bexş û mexfîretê
  10. Ey xwedîyê dîlovanîyêku jê alîkarî tê xwestin

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

PDF – Cewşana Kurdî DERKET – Daxînin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *