Du e-pirtukên Nû Derketin

Du E-Pirtûkên nu yên Kurdî ji bona Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, 21ê Sibatê hatin weşandin!

Em we vedixwînin ku hûn dewlemendiya zimanê me yê dayikê Kurdî bi du berhemên nû yên sînorên xeyala me fireh dikin ve kifş bikin. Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, Çîrokbêjiya Fantastîk û Tirsê deriyên xwe ji bo zimanê kevnar Kurdî vedike. Di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, du berhemên nû yên Kurdî bi armanca berfirehkirina sînorên Wêjeya Kurdî ji xwendevanan re tên weşandin. Di van berhemên pêşîn de, M. Emîn Stêrk bi pirtûkên xwe yên elektronîkî yên yek Çîrokeke Fantastîk û ya din Çîrokeke Tirsê ye, li ser axek berê nehatî keşifkirin hezkiriyên wêjeyê silav dike.

1.BOZO

2.ŞEVA DIREJ

Wêjeya Kurdî ku hêza ji kevneşopiya xwe ya devkî ya kûr û vegotinên klasik digire, berdewam dike ku hêza xwe bi celebên nûjen re bênder bike. Y ek ji gavên herî balkêş yên vê pêşveçûnê, an go ev du pirtûkên elektronîkî yên li gorî ruhê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatine amadekirin, îspat dikin ku ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye, di heman demê de xezîneyek e ku dikare bigihîje dûrtirîn deverên hêza xeyalê.

M. Emîn Stêrk bi du pirtûkên çîrokên Kurdî yên pêşîn niha li awayê dijîtal (E-pirtûk) li benda xwendewanan e.

1-BOZO

Çîrokeke Fantastîk:

Hûrguliyên Pirtûkê:

Nivîskar: M. Emîn STÊRK

Cûre: Çîroka Fantastik

Format: E-pirtûk / 108 Rûpel

Dîroka Weşanê: 18ê Sibata 2026an

Platforma Gihîştinê: Pirtûkên Google Play

Link:

https://play.google.com/store/books/details?id=VMjBEQAAQ BAJ&rdid=book-VM¡BEQAAQBAJ&rdot=1

Derbarê Pirtûkê de:

BOZO vegotina devkî ya wêjeya Kurdî bi dînamîkên çîrokên fantastik ku cureyek kêm caran tê ceribandin, dike yek. Jiyana rastîn ya malbateke Kurd, digel pisika wan Bozo, vediguhere serpêhatiyeke fantastik, perdeya sirrî ya di navbera cîhana pisikan û cîhana mirovan de vedike. Bozo ne tenê ajalekî kedî e; ew wek lehengekî efsûnî derdikeve holê ku dînamîkên malbatê diguherîne û giyanê mirovan zirav dike, di heman demê de xwendevan şahidiya gerdûnek veşartî, ya ku li ser ser erdên nas bilind dibe.

2- ŞEVA DÎRÊJ – Çîrokeke Dirêj a Tirsê

Hûrguliyên Pirtûkê:

Nivîskar: M. Emîn STÊRK

Cûre: Çîroka Tirsê

Format: E-pirtûk / 100 Rûpel

Dîroka Weşanê: 18ê Sibata 2026an

Platforma Gihîştinê: Pirtûkên Google Play:

Link:

https://play.google.com/store/books/details?id=B_vBEQA AQBAJ&rdid=book-B_vBEQAAQBAJ& rdot=1

Derbarê Pirtûkê de:

ŞEVA DÎRÊJ, çîrokeke şokker e ku tê de tirsên psikolojîk û hêmanên paranormal bi şêwaza vegotina bêhempa ya Kurdî re hevdîtin dikin, xwendevan vedixwîne ser xêzên tirsên kevnar. “Şeva Dirêj” ya şokker, ku rastî û xeyal tê de tevlîhev dibin, sînorên hiş tên derbaskirin û trajediyek derdikeve holê, Şeva Dirêj we vedixwîne kûrahiyek psikolojîk ku tirsû drama tê de bi hev re dikevin.

Nêrina nîvîskar a kurt derbarê 21ê Sibatê û Zimanê dê

“Ziman bi hêza xeyalê Azad Dibe!”

Weşandina berheman ya di 21ê Sibatê de ne tesaduf e; ew biryarek hişmend e. Em dixwazin careke din ji her kesî re bibîr bînin ku îmkanên hêla weşangeriya dîjîtal (E-pirtûk) dikarin hilberîna bi zimanê me yê dayikê demokratîk bikin û şanî bidin ku Kurdî ne tenê zimanê êşê ye, lê di heman demê de zimanê hezkirinê, coşbûnê, tirsê, mûcîzeyan û qehremaniya destanwarî ye jî. J aliyekî din, girîng e ku were bîranîn ku rêya bêwatekirina qedexeyên ser ziman bi awayekî xweber ji holê rabûnê ne tenê di têkoşîna qanûnî û siyasî de ye, di heman demê de di nivîsandina bêtir, xwendina bêtir û nîqaşkirina bêtir bi zimanê me yê dayikê, an go zimanê Kurdî di hemû qadên jîyanê de bi awayekî berfireh bikaranînê de ye ji.

Bi vî awayî, bi zimanê xwe hezkirin, bi zimanê xwe yê dayîkê tirsîn, bi zimanê xwe xeyalkirin û honandin nepêkanê ji me lazime.

Ligel silav û rêz,

M. Emîn Stêrk

E-Mail: meminsterk@hotmail.com

X: @emin_sterk

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *