
11.HÎZB
- Ey ê ku dema tengasîyan paldanka min
- Ey ê ku dema musîbetan, hêvîya min
- Ey ê ku dema ez tenê me bi min re ye
- Ey ê ku ez dikevime xerîbîyê hevalê min
- Ey ê ku dema nîmetan welîyê min
- Ey ê ku dema ez dikewicim kewca min dibe
- Ey ê ku dema ez hewcedarim îhsanîyê dike
- Ey ê ku rewşa dijwarîyê stargeha min
- Ey ê ku dema ez ditirsim alîkarê min
- Ey ê ku dema ez şaş dibim rê nîşanî min dide
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


12.HÎZB
- Ey ê ku xeybê herî bi qenc zane
- Ey ê ku gunehan zêde dibexşîne
- Ey ê ku eyban zêde dinuxumîne
- Ey ê ku tengasîyan ji holê radike
- Ey ê ku dilan dizivirîne
- Ey ê ku dilan dixemilîne û xweşik dike
- Ey ê ku qelban bi nûr dike
- Ey ê ku tebîbê qelban
- Ey dildarê qelban
- Ey yarê dilan
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


13.HÎZB
Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,
bi libergerîn ji te dixwazim;
- Ey xwedîyî celal
- Ey xwedîyî cemal
- Ey wekîlê her tiştî
- Ey kefîlê her tiştî
- Ey ê ku kesên şaşbûne re, rê nîşan dide
- Ey ê ku xeteyan af dike
- Ey ê ku her tiştî xeberdare
- Ey ê ku xwedîyê lutf û îhsanê
- Ey serfîrazê her tiştî
- Ey Xwedayê min ê ku malîkê her tiştî
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


14.HÎZB
- Ey ê ku şeqizîyan re rê nîşan dide
- Ey ê ku hewcedaran re alîkarîyê dike
- Ey ê ku bersivê dide libergerîyan
- Ey ê ku dixwazin agir dûr bisekinin disitirîne
- Ey spartgeha îsyankar û gunehkaran
- Ey ê ku gunehkaran dibexşîne
- Ey ê ku bawerîyê dide yê ku ditirsin
- Ey ê ku miskînan re diêşe
- Ey dostê yên ku xwe bêkes hîs dikin
- Ey Xwedayê min ê ku duayê hewcedaran bêbersîv nahêle
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


15.HÎZB
- Ey xwedîyê comerdî û îhsanan
- Ey xwedîyê zêdeyî û keremê
- Ey xwedîyê bawerî û ewlehîyê
- Ey yê ku hemû kimasîyan dûr û pak
- Ey xwedîyê hîkmet û beyanê
- Ey xwedîyê dilovanî û rizayê
- Ey xwedîyê hucet û birhanan
- Ey xwedîyê bilindî û hikumranîyê
- Ey xwedîyê bexş û mexfîretê
- Ey xwedîyê dîlovanîyêku jê alîkarî tê xwestin
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke

ÇandName Li pey şopa bav û kalan…