Ew Rojavayê Kurdîstanê li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn dixwîne.
Paşê, ew beşê edebiyata fransî li zanîngeha Helebê diqedîne.
Di sala 1978an de, ew dare Parîsê û xwendina xwe ya bilind li Sorbonne di sala 1988an de diqedîne.
Fawaz Husên aniha li wezareta perwerdekirinê, li şaredariya Parisê Oli zanîngeha Sorbonne mamosteyê zimanê fransî ye. Ew endamê rêxistina nivîskarên Fransayê ye û hem bi fransî, hem bi kurdî dinivîse.
Romana bi navê Barê Şevê berhema wî ya dehan e, ku bi yekî ji van herdu zimanan çap dibe. Di vê romanê de, Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin.
Di sibeya rojeke payîzê de, her çar leheng bi hev re digîn Parîsê, lê gotineke Kurdî heye:
Hesabê mal û hesabê bazarê nabê yek.
Berhemên Fawaz Husên
– Siwarên Eşê.Kurteçîrok.
– Stockholm, weşanxaneya Welat, 1994
– Le Fleuve, París, weşanên Méréal, 1997, çapa duyem, weşanên Le Rocher/Le Serpent à Plumes/Motifs, 2006
– Dîroka edebiyata fransî, sedsala hevdehan û heyjdehan. Antoloji. Stockholm, APEC, 1998
– Chroniques boréales, París, L’Harmattan, 2000
Armidabad. Kurteçîrok. Stembol, Avesta, 2001
– Prof dans une ZEP ordinaire, Paris, Le Rocher /Le Serpent à Plumes, 2006
– Les Sables de Mésopotamie, Paris, Le Rocher, 2007
– En direction du vent, Paris, Non Lieu, 2010
– Parísabad, Roman. Stembol, Avesta, 2010
Evdilqadir Xoce
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…