Ey însan! Halekî ecêb ê ku…

Ey însan! Halekî ecêb ê ku Fatirê Hekîm di mahiyeta te de bi cîh kiriye, ev e ku: Carna tu li dunyayê hilnayê.

Him mîna merivê ku di zindanê de, bîhna wî çikyayî be, dibêjî “of, of” û ciyekî ji dunyayê firehtir dixwazî. Him jî, dikevî hundurê kar û xatira û deqeyekî qasî misqalekî zerreyê û tê de bicîh dibî. Qelb û fikrê te yê ku li dunya terikî hilnayê, di ewê misqala zerreyê de bi cîh dibe. Bi hîs û hestiyariyên xwe yê herî xurt, di wê deqqe û lehzê de, di wê xatira piçanok de, digerî.

Him cîhaz û latîfeyên wusa balkêş, daye mahiyeta te ku hinekên wan ku dunyayê daqultînin, têr nabin. Hinekên wan, nikarin zerreyekî hilbigrin. Çawa ku her çiqas serî batmanekî bar radike, lê çav nikare mûyekî hilbigre; ew latîfeya jî, nikare li hemberî giraniyeke qasî mûyekî, berxwe bide. Hetta carna ditemire, dimire. Madem wusan e, bila haya te hebe, bi dîqqet pêl bike, ji noqbûnê bitirse. Di yek parîkî de û di paçekî de, di gotinekî de û di hebikekî de û di çirûskekî de û di îşaretekî de û noq nebe! Latîfeyên te yên ku dunyayê dadiqultînin, di wir de, noq neke. Lewra, pir tiştên piçûk hene ku di aliyekî de, tişên gelekî mezin, dadiqultînin.

Çawa ku di perçekî cama piçûk de, asîman bi hemû sitêrkên xwe ve, dikevin navê û wunda dibin. Di hafizeya te ya qasî xerdelê de jî, piraniya sahîfeya emelê te û exlebê rûpelên umrê te, dikeve navê. Her wusa jî, pir tiştên piçûk hene ku di alîkî de tiştên wusa mezin, dadiqultînin, dihundirînin.

Mesnewî Nûrîye – 209

Weşanxaneya Zehrayê 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *