Pirsên teknolojîyê yên ku di hişê min de ne!

Li dibistanê gelek karên dîtbarî ji zarokan re tên dayîn û ji wan tê xwestin ku slaytan amade bikin. Ger kesek li malê tune be û zarok nizanibe çawa bike dê ev spartek çawa werin amadekirin?

Em nizanine ku ji çi bawer bikin. Hema bêje her roj di televizyon an jî medyaya civakî de pisporekî din derbarê zarokên me de daxuyaniyekê dide û pêşniyarên nû dike. Min gotina “heta ku zarok bigihîjin temenekî xwe ji teknolojiyê dûr bixin” pir bihîstiye. Lê vê carê hat gotin, “heta 16 saliya xwe bila dest nedin tablet, telefon û kompîturê”.

Yên ku vê dibêjin dibe ku rast bin, lê em bibînin ku temenê me êdî ne temenek wusa ye. Heta 16 saliya xwe ne mimkûn e ku meriv van amûrên teknolojîk nede wan. Dibêjin em bi awayekî bi ser ketin, em bi ser neketin. Ew ê bipirsin: “Eger ew zirarê ye, hûn çima bikar tînin?” Ger em nikaribin sedeman rast ji wan re bibêjin û van amûran di destê hevalên xwe de bibînin, em dişewitin! Her wiha ev hemû amûrên teknolojîk di dibistanan de têne bikaranîn, zarok her tim di destên wan de ne, dema ku li dersan guhdarî dikin û spartekan dikin… Baş e, emê çawa teknolojîyê ji xwe dûr bixin, ji kerema xwe, bila pispor bersiva vê bidin! Gelek ders û îmtîhanê zarokên me hene. Helbet rola me dê û bavan jî heye. Zanîna min a matematîkê têra keça min a piçûk e ku ji bo dersên matematîkê diçe pola pêncan. Lê di van demên dawî de em bi spartekê yê lêkolînên civakî re mijûl dibin. Ev peywirek e ku divê bi pêşkêşiyek di PowerPointê de, ango bi slaytan were amadekirin… Ez hinekî Wordê bikar tînim, lê PowerPoint berê qet hewce nekir. Dema ku ez diçûm konferansan min qet slayt bikar nedianî. Îcar em dê û bav niha çi bikin? Bi ser de jî, bifikire ku hem dê û bav astengiyan dibînine.. Dê çawa em ê alîkariya spartekan bikin, zarok dê çi bikin?

Heger derheqê spartekan de zanîna te hebe baş e, lê heger tunebe dîsa jî divê tu bi alîkariya teknolojiyê hîn bibî û alîkariya zarokê xwe bikî! Ji kerema xwe eger rewşek weha li dora we diqewime paşguh nekin. Dê pir bi qîmet be heke hûn di spartekan de bibin alîkar, mînakî, heke hûn nîşanî zarokan bidin ka meriv çawa slaytan çêdike, yê baş be. Zarok, ez difikirim ku ev kar tam ji bo we ye!

Amûrên teknolojîk li dibistanan tên bikaranîn, em çawa zarokan dûr dixin? Bila pispor jî bersiva wê bidin!

Ka em vegerin ser mijara pisporên ku banga me dikin û şîretan dikin.  Zarokekî ku pola pêncan de ne li ser Babîliyan spartekekê didin û dibêjin, “Pêşkêşiyek bi slaytan amade bike, hûn ê li ser tabloyek jîr pêşkêş bikin”, gelo em ê ji bo vê çi bikin?”

Ger haya we jê hebe em vegerin heman cihî. Her wiha li dibistanê perwerdehiya amadekirina slaytan û pêşkêşkirina pêşkêşiyan nehat dayîn. Ji ber vê yekê zanîna teknîkî tune. Di vê rewşê de, wusa dixuye ku dêûbavên di pola keça min de dê spartekÊ bikin. Mînakî, me ew bi saya xwişka wê kir. Xweşbextane, keça min a biçûk dema ku xwîşka wê vê yekê dikir, hîn bû ku çawa karekî wiha amade bike, her çend hindik be jî… Keça min a biçûk hîn ne 16 salî ye, lê heta ku spartek wiha be, ew ê neçar bimîne ku tablet an komputer bikar bîne.  Em çi bikin, gelo em ji pisporan tika bikin bila wê umrê 16 salî kêm bikin, bikin 12yan an jî umrekî din!

Harûn Sarikaya- hurriyetpazar

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Derheqê ezmûna LGSyê de

Ezmûna LGS (Liselere Geçiş Sistemi), li Tirkiyeyê sîstema ezmûnê ye ku ji bo xwendekarên pola …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *