Gelo Peyva “restorant” Ji Ku Hatiye?

Di salên 1760an de, aşpêjekî fransî li dikana xwe ya li nêzî Muzeya Louvreyê şorbeyên ava goşt amade dike. Ev şorbeyên ku wî di dikana xwe ya bi navê “Boulanger”ê de bi biharatên taybet dewlemend kiribûn, ew qas xweş in ku navûdengê aşpêj û xwarinên wî hêdî hêdî belav dibe.

Aşpêj li ser cama dikana xwe bi latînî vê hevokê dinivîse: ”Venite ad me omnes qui stomacho laboratis et ego vos restaurabo”. Wateya vê gotarê bi rastî ev e: Kesên ku zikê wan nerihet be bila werin cem min, ezê zikê wan qenc bikim.

Li vir, lêkera latînî “restaurare”, ku tê maneya “vegerandin, xurtkirin”, ku ji hêla xwarinçêker ve hatî bikar anîn, peyva “restorant” peyda dibe, ku bi demê re behsa cîhên xwarinê dike.

Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *