MAYÎNA DI HEFT SALÎ DE

Bêwext û bêxeber tu çûyî daye

Her tişt di çavên min de ma wê gavê

Di kaniyên çavên min de miçiqî rehma te

Tu çûyî daye şikestin hemû mayînên te

di bîbikên çavên min de

Serdanpê bêmana bû dinya

Ez bûm birînekê girêknegirtî

Ez bûm xewnerojkekê çavvekirî

Ez bûm têkçûnekê çarmêrkî

 

Bêkes û bêdeng tu çûyî daye

Di heft salîya xwe de mam ez

Min dizanî her kesê gir bibe

her kesê here ser bexta xwe

her kesê here ser texta xwe

her kesê here ser qedera xwe

lê ezê tim di heft salîya xwe de bimînim

 

Bêşop û bêrêç tu çûyî daye

Sêwî mabûn dûy te hêsirên min

Êtim mabûn dûy te awirên min

Xerîb mabûn dûy te lêgerînên min

Kes li min nagere;

lê ezê di her kesî de li te bigerim

Kes min nepirse;

lê ezê di her kesî de te bibînim

Kes guh nade min;

lê ezê di her kesî de te winda bikim.

 

Dizanim tu ne dikarî xwe efû bikî

ne jî dikarî min ji bîr bikî.

Ez ne dikarim ji heft salîya xwe de derkevim

ne jî dikarim tunebûna te veşêrim.

Dizanim tu ne dikarî bê min bimirî

ez ne dikarim bê te bijîm

Tu ne dikarî bi yekî din aş bibî

ez ji ne dikarim bi yekê din teseli bibim.

 

Faik Öcal

About Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *