Şevek tarî carekta ketî bîramin
Dilê min bû bi kul û şewat
Çavên min bû bi hêsîr
Rihê min bû bi hesret
Û min bêrya te kirîye
Biranîyên te min têr nake
Û vêca dilê min naşkîne
Were şûşek av bide vî dilê
Bila zuha nebe
Bê biryar bûn
Bê te bûn
Û bê hêvî bûn
Roj bi roj min dihelîne
Bes vegere û can bide vî rihê bê av
Were nehêle ez wenda bim
Û te jibîr bikim
Were wek rihê min
Hezkirina min jî nemire
MORÎ XANİM
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…