Pêşniyazên Îhsan Nurî

Her tişt bi mêraniyê çênabe. Ser zanîn û pêkanîn û girêdana dest û peyê wan dêw û efrîtan jî divêt. Belê jêre esasên jêrîn gerek in:

1- Ji şivan û gavanan heta mîrê miran divêt kurd bizanin ku birayên hev in; ji dê û bavekî çêbûne. Xûna wan yek, namusa wan yek, teesiba wan yek e, jiyan û mirina wan yek e.

2 – Zanaî û zor serkaniya xweşiyê ye. Dan-zanîn esasê azadiya milet e. Yek jê bi xwendinê, ê din bi yekbûne çêdibe.

3. Bawerî û îtaeta piçûk ji mezinê xwe ra, şefqet û himayet û mehebeta mezin ji piçûkê xwe re.

4- Navê neyartiya eşîran ji nav kurdan rabe.Bi hikmê şerîeta mihemedî herkes ji kirina xwe mesûl be; bav, bira, pismam, cînar ebeden tev nebe. Teesiba milî şûna teesiba eşîrî bigire.

5 – Hemû miletê kurd di dora civateke milî de bigehe hev.

Dema ku ev tişt çêbû berê miletê kurd ber bi esman e. Rûhên bav û bapîrên wan Kiyomers û Temors u Cemşîd û Ferîdûn û Keyqubad û Erdeşîrê Babek û Selahedînê Eyûbî û Kerim Xanê Zend şa ye.

Armanc, ciyê bav û kalê kurdan ê kevin û mezinatiya berê peyda kirin û tava kurd di welatê Cemşîd de ji nû ve bi esman xistin e.

Lawo, te seh kir, ji min dibihure, hêvî ji te ye.

 

Kovara Ronahî

Hejmar 28, rûpel 16 an de

ÎHSAN NURÎ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *