
Bo min şahî û xweşî
Ey zarê min Kurmancî
Gelek şîrîn û xweş î
Weka kakil û kuncî
Şekir, hingiv û dims î
Av, dew û nanê tisî
Genim, nok û garis î
Mişmiş, tirî w narinc î
Tu hem gul û kulîlk î
Hem evîn û berdilk î
Tu hem mal û hem milk î
Neyar ji te bihecî
Pîroz î ji her tiştî
Ez Nûh im tu jî geştî
Dêr, mizgeft, heman tişt î
Qudsa Şerîf û Hec î
Axa Kurdikî
31.07. 2020
Gotara berê: Romana Hejmar “496”
Gotara piştî: Werger, Helbest, Ziman û Abdullah Încekan (Hevpeyvîn)
Gotarên Têkildar
20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan

