Ji bo Pîrozkirina Cejna Remezanê Hinek Peyam

Di her cejnê de misilman bi peyamên li ser wêneyan, yan jî bi yên nivîskî cejna hev pîroz dikin. Bi vî awayî hem dilê hev xweş dikin û hem jî têne bîra hev. Ev tevger wekî rîtûeleke civakî di nav civakên ku piraniya wan misilman in belav bûye.

Îro mirovên bawer nakin jî peyamên wisa dişînin. Gelek ji wan, ji ber der û dora xwe dişînin lê her ji ber çi be jî îro bi milyonan mirov cejna hev bi peyaman pîroz dikin. Kurdên misilman jî bi heman awayî ji hev re û ji der û dora xwe re peyamên wisa dişînin.

Mixabin piraniya wan, peyamên xwe bi zimanên din dişînin. Em ê nekevin mijara ka çima wisa dikin lê bi min sedema herî mezin ku nahêle parve bikin kêmasiya amûrên dînî yên bi Kurdî ye. Li ser înternetê kêm in û ji ber vê yekê jî ew mirov nikarin xwe bigihînin van amûran. Divê em wêne, caps, vîdyo û wd amûrên-materyalên bi Kurdî amade bikin û li ser înternetê belav bikin da ew însanên me jî bikaribin ji wan feyde bibînin.

Bi vê mebestê min çend peyamên bi Kurdî amade kirin ku însanên me êdî wan peyaman ji hev re bişînin.
Bêguman hûn jî dikarin bi hezaran peyamên wisa amade bikin û li ser înternetê belav bikin yan jî ji hev re bişînin.

Cejna we û ya malbata we pîroz be. Xwedê we ji hemî cure coronayan biparêze.

1) Bila ji sifra we afîyet, ji perê we bereket, ji malbata we kêfxweşî kêm nebe. Tim û tim bi tendurist û şad û bextewar bin. Cejna we pîroz be.

2) Em têne destên mezinan û diçin çavên piçûkan. Bi hêviya rojên xweş û azad. Her rojên we wekî cejnan bin. Cejna we pîroz be.

3) 11 mehên ku mirov dikarin hemî tiştî bixwin û vexwin destpê dikin. Cejna we pîroz be.

4) Tiştên baş ji Xwedê ne û tiştên xirab ji nefsa te ne. Cihê te cinet be, aramî ji mala te kêm nebe, eşqa Xwedê tim di dilê te de be. Cejna te pîroz be.

5) Bila her tişt li gorî dilê we be. Cejna we pîroz be.

6) Bila her tişt li gorî dilê te be. Cejna te pîroz be.

7) Di vê cejna pîroz de, Xwedê diayên we qebûl bike û bextewariyê ji jiyana we kêm neke. Cejna we pîroz be.

8) Xwedê hemî diayên ji bo xêrê qebûl dike. Xwedê diayên we jî di rêya xwe de qebûl bike. Cejna we pîroz be.

9) Ji qelbê we başî û ji jiyana we aramî kêm nebe. Cejna we pîroz be..

10) Di vê roja pîroz de deriyên xêrê heta dawîyê vekirî ne. Qeza û bela ji we û ji malbata we dûr bikevin. Cejna we pîroz be.

11) Bi hêviya jiyaneke xweş, aram û serkeftî. Cejna we pîroz be.

12) Cejn bereket in, hêvî ne, keser in… Xwedê diayên te qebûl bike û hezkiriyên te tim bi te re bin. Cejna te pîroz be.

13) Hemd û sena ji Xwedayê ku me û dinyayê xuluqandiye re bin. Cejn li me tevan pîroz be.

14) Dibe ku em di vê cejnê de ji hev dûr in lê belê em di dil de bi hev re ne. Bi hêviya cejnên ku em bi hev re şad û bextewar bin. Cejna we pîroz be.

15) Xwedê cejneke şad û bextewar bike nesîbe we. Cejna we pîroz be.

16) Bi malbata xwe re cejnên xweş û bextewar bijî. Cejna te pîroz be.

17) Her rojên we wekî cejnan bin. Cejna we pîroz be.

18) Xwedê jiyaneke bi dilê we bike nesîbê we. Cejna we pîroz be.

19) Cejna we ya Remezanê pîroz be. Xwedê êşa coronayê ji nav me derxe. Heta cejneke din her şad û bextewar û bi tendurist bin.

20) Cejna we û ya malbata we pîroz be. Xwedê cejnên xêr û xweş bike nesîbê me tevan. Cejna we pîroz be.

20 Peyamên din li vir hene
  1. “Cejna Remezanê li we pîroz be! Bila ev rojên pîroz ji we re bibe mizgîniya dilşadiyê û bi dilê we hemû daxwazên we pêk bên.”

  2. “Xwedê di vê cejnê de ji we re hêviyên nû, rojên ronî û dilên tijî evîn bide. Cejna Remezanê pîroz be!”

  3. “Bi dawîbûna meha Remezanê, bila ev cejn ji we re bibe wesîleya yekbûnê, parvekirinê û şahiyê. Pîroz be!”

  4. “Cejna Remezanê li we û hemû kesên ku hûn jê hez dikin pîroz be. Bila Xwedê her tim we di nav xêr û xweşiyê de bihêle.”

  5. “Di vê cejna pîroz de, bila dilê we bi aramî, mala we bi bereket û jiyana we bi şahî tijî bibe. Cejna Remezanê pîroz be!”

  6. “Bila ev cejn ji we re bibe destpêka rojên tijî tenduristî û bextewarî. Xwedê duayên we qebûl bike, pîroz be!”

  7. “Cejna Remezanê, ku meha dua û îbadetê bi şahiyê tacîdar dike, li we pîroz be. Bila her tişt bi dilê we be!”

  8. “Di vê cejnê de, ez hêvî dikim ku Xwedê hemû xemên we ji dilê we rake û bi şadî ve bişîne. Cejna Remezanê pîroz be!”

  9. “Bila ev rojên cejnê ji we re bibe wesîleya hezkirinê, lêborînê û nêzîkbûna bi hev re. Cejna Remezanê li we pîroz be!”

  10. “Cejna Remezanê pîroz be! Bila Xwedê di vê cejnê de ji we re dilovanî, hêz û aştiyeke bêdawî bide.”

  11. “Bi navê evîna Xwedê, bila ev cejn ji we re bibe rojên tijî xweşî û comerdî. Cejna Remezanê li we pîroz be!”

  12. “Di vê cejna xweş de, bila her kêliya we bi ken, her duaya we bi qebûlbûnê bê xemilandin. Pîroz be!”

  13. “Cejna Remezanê li we û civaka we pîroz be. Bila ev roj ji we re bibe wesîleya nûbûn û ronahiyê.”

  14. “Xwedê di vê cejnê de ji we re sebir û hêviyeke mezin bide. Bila jiyana we her tim bi xêr be, pîroz be!”

  15. “Cejna Remezanê, ku bi dawîbûna meha pîroz tê, li we pîroz be. Bila ev cejn ji we re şahiya herî xweş bîne!”

  16. “Bila ev cejn ji we re bibe mizgîniya rojên tijî evîn, dostanî û bereket. Cejna Remezanê pîroz be!”

  17. “Di vê cejna pîroz de, ez ji Xwedê dixwazim ku we bi tenduristî, şahî û aramiyê şad bike. Pîroz be!”

  18. “Cejna Remezanê li we pîroz be! Bila Xwedê vê cejnê bike wesîleya ku hemû daxwazên we yên dil bi cih bên.”

  19. “Bila ev rojên cejnê ji we re bibe destpêka jiyaneke tijî aştiyê û xweşiyê. Cejna Remezanê pîroz be!”

  20. “Di vê cejnê de, bila dilê we bi hêvî, çavên we bi ronahî û mala we bi şahî tijî bibe. Cejna Remezanê li we pîroz be!”

Silav û hurmet

Şêx Zelala ji Fînê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *