Cejna Remezanê li gelê me û li hemû misilmanan pîroz be!
Piştî meheke bi rojî û têrî xwe bi xêr û ber û bereket, em dîsa gihîştin cejna Remezanê. Piştî meheke ku bi terbiyekirina nefsê derbas bû, divê rojîgirtina me bibe wesîle ku meriv ji xerabiyan dûr bisekine, xeyd û neyartiyên dilê xwe biavêje û bi der û cîranên xwe re wekî bira bijî.
Bi wesîleya hatina cejna Remezanê re, em pîrozbahiyê li gelê Kurd û li hemû Misilmanên Cîhanê dikin û ji Rebbê alemê hêvî dikin ku Roşana Remezana Pîroz ji hemû misilmanan re bibe wesîleya xelasiyê Em hêvî dikin û dixwazin ku Xwedê Teala rehma xwe bi ser me ve bibarîne û ji bo xatirê vê roja pîroz di nava Misilmanên Cîhanê de aşîtî û biratiyê ava bike.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku vê cejnê ji bo hemî gelên bindest re bike wesîleya azadî û rizgariyê.
Wehb b. Muebbîh, li ser girîngiya Îda Remezanê, wiha gotiye: “Xwedê teala, Cennetê, roja Îda Remezanê xuluqandiye. Li Cennetê jî, di eynî rojê de Dara Tûba daniye. Cebrail eleyhîsselam jî, roja Îda Remezanê, weke milyaketê wehiyê hatiye bijartin.”
Ji Salnameya Nûbiharê
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…