Festîvala salane ya peymangeha Hunerên Xweşik a Hewlêrê destpê kir!

Do 24.04.2018ê wek yekem roja festîvala peymangeha Hunerên Xweşik a Zankoya Selahedîn di beşên cuda de kar û çalakiyên xwe pêşandan.

Destpêka festîvalê bi vekirina pêşangeha beşa wênegeriyê ji aliyê şêwirmendê serokê zankoyê Dr. Cewher û ji berpirsên kolejê Dr. Elî Cukil ve hate vekirin. Herwaha pêşandana tabloyên xwandevanên beşa wênekêşî û pêşandana berhemên beşa seramîk û beşên din ve festîval birêve çû.

Demjimêr 11:30ê jî li salona beşa sinemaya kolejê çend berhemeke xwandevanên wê beşê ve hatin pêşandan. Biryare sibe jî di duyem roja festîvalê de demjimêr 10:00ê beşa mûzîk berhemên xwe li navenda rewşenbîrî ya zankoya Selahedîn pêşkeş bikin û demjimêr 11:30ê jî beşa şano li salona beşa şano ya peymangeha Hunerên Xweşik a Hewlêrê bên pêşandan û pêşkeş kirin.

Bas News

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mîrata Çandî Çi Ye?

Mîrata çandî (bi îngilîzî: Cultural Heritage) ew hemû tiştên maddî û nemaddî ne ku ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *