Ji bo pêşiya tundiyê bigre facebookê 3 hezar kesî hilde kar

Facebookê ragihand ku ji bo pêşiyê li dîmenên tundiyê yên ku demên dawîn li ser “Facebook Live” tên parvekirin bigre, dê 3 hezar kesî wezîfedar bike. 

 CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg daxuyanî da û got ku di demên dawîn da di dîmenên li ser facebookê tên parvekirin da, tê dîtin ku mirov zirarê didin xwe yan jî didin der û dora xwe, parvekirinên wiha mirov dixin nav fikaran. 

 Zuckerberg ragihand ku ji bo ev dîmenên tundiyê bên tespîtkirin û raporkirin, niha li facebookê 4 hezar û 500 kes dixebitin, ji bo ev kar zûtir bê kirin, dê sala pêşiya me 3 hezar kesên din jî bigrin kar.   

Zuckerberg got ku bi saya îstixdama nû, parvekirinên “gotinên nefretê” û “îstismarkirina zarokan” jî dê hêsantir bên raporkirin. Her wiha facebook dê bi gelê herêmê û rêvebirên qanûnê re jî bixebite. 

AA

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hejmara Duyemîn a Kovara Bizotê Bi Dosyayeke Balkêş Derket

Kovara çand, huner û wêjeyê “Bizot” bi hejmara xwe ya duyemîn (Bihar 2026) derket pêşberî …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *