Diran / didan / dinan yek ji endamên laşî yên sereke ye. Xwedî gelek fonksiyonan e. Weke fizîkî, estetîk
û psikolojîk. Nexasim van salên dawîn di diransazîyê de “armanca bi estetîk” gelekî berbiçav e. Ev
estetîkbûn jî rasterast bi têkildarî parastin û qenc firçekirina diranî re ye. Ji bo pêşî lê girtina kurmîyê divê em xwarinên bi proteîn û şînkayîyê baş bixwin, û her wiha xwarin û vexwarinên bi şekir, vexwarinên bi xaz û ji şirînahîyê dûr bimînin. Bêguman bi qasî xwarin û vexwarinê piştî xwarin û vexwarinê jî giring e.
Gelek kes hê giringîya firçekirina diranî nizanin. Yên dizanin jî gelemperî rê û rêbazên firçekirinê baş
nizanin. Em ê di vê gotarê de rave bikin ku ji bo diranên baş, pak û xweşik rê û rêbazên firçekirinê çi ne.
Em pêşî alavên firçekirina diranan nas bikin, û hîn bibin bê ka bi kêrî çi tên. Piştre jî teknîka firçekirinê
hîn bibin.
A. Alavên Firçekirinê
1. Firçeya Diranan
- Divê em firçeyeka baş a diranan bi kar bînin.
- Ji bo qenc paqijkirinê divê em firçeya diranan karibin baş zemt bikin.
- Divê firçeya diranan bigihêje hemû diranan, nexasim yên paş.
- Divê zêde ne mezin be.
- Heke destê me nikaribe fonksiyona firçekirinê baş bike em dikarin firçeyên diranan ên bi elektrîk jî bikar bînin.
- Firçeya xwe serê sê çar mehan biguherînin.
- Firçeya diranan ji bo pidû (perû) neherişe û mîneya diranî nemehite xwedî erkeka giring e. Ji ber vê tercîha firçeyê gelekî giring e.7
2. Mecûna Diranan
- Mecûneka diranan a bi flor bi kar bînin. Flor ji bo pêşî lê girtina kurmîyê giring e, her wiha mîneya diranî xurttir dike.
- Mecûnên diranan ên bi flor ji ber rîskên daqurtandina florê ji zarokan re nayên pêşniyazkirin.
3. Tayê Diranan
- Bikaranîna tayê diranan bi qasî firçekirinê giring e. Ji ber ku tayê diranan bakterî, plak û bermayîyên xwarinê ên di navbera diranan de mane ku firçe jî bi têra paqijkirinê nayên re çaresereka gelekî baş e.
- Divê em gava tayê diranan bi kar tînin baldar bin. Tayê diranan li gor şekl û morfolojîya diranan
tevbigerînin.
B. Teknîka Firçekirinê
- Mecûna diranî zêde bi kar neyînin. Bila bi qasî bezelyeyekê mezin be, bes e.
- Bila firçeya me ya diranî bi 45 dereceyê bi pidûyê ve be. Bi tevgerên kin û girover firçe bikin.
- Tu carî bi çeprast firçe nekin.
- Divê em diranê xwe du sê deqeyan bi vî şiklî (kin û girover) firçe bikin.
- Pêşî diranên xwe yên milê çepê û jêrê ji aliyê derve ve firçe bikin. Dû re milê rastê û jêrê, milê rastê û jorê û di dawiyê de jî milê çepê û jorê firçe bikin.
- Piştre jî pişta diranan (lingual û palatinal) firçe bikin.
- Divê em diranê xwe her tim ji diranên paş ber bi diranên pêş ve firçe bikin.
- Li gor diransazan di firçekirina diranan de diranên herî zêde tên îhmal kirin diranên pêş ên jêrê ne. Ji ber vê divê em di firçekirinê de ji van diranan baldar bin, û baş firçe bikin.
- Divê em di dawîyê de bi hêdîka zimanê xwe jî firçe bikin. Ev ji bo bakterîyên li ser zimên gelekî giring e.
- Bêguman ji bo çareserîya bêhna devî jî.
- Piştî firçekirin xilas divê em avê di devê xwe de biweridînin.. Firçeya xwe ya diranî çend saniyeyan di bin avê de bihêlin da mîkrob û bakterîyên li ser firçeyê paqij bibin. Û ji bo bakterî û mîkrob zêde nebin divê firçe şil nemîne.
- Heke pêwîst be mirov dikare xerxereyeka florî jî bi kar bîne.
- Divê em tu carî ji bîr nekin, ji bo dev û diranên xweşik, paqij û hîjyenîk divê em rojê du caran (heke sê caran be baştir e) diranê xwe firçe bikin.
Çavkanî:
https://www.wikihow.com/Brush-Your-Teeth
https://www.health.harvard.edu/blog/whats-the-right-way-to-brush-your-teeth-202211232854
https://www.cdhlynchburg.com/patient/how-to-brush-your-teeth
https://completedentalworks.com.au/why-is-tooth-brushing-so-important/
Rêzan Diljen