Çîroka “Ket û Mir”

Rojek ji rojên Xwedê Teala, kurdek û tirkek du hevalên birak li dora cefnîya goşt rûniştin ku bixwin. Kurd fêm kir ku ew goştê di cefnîyê de têra herduyan nake. Kurd got bira bavê te çawa mir?
tirk dest pê dike “birak bavê min li ser xwe bû bi carekê ve nexweş ket, me bavo bire doxtorê Edeneyê, doxtor caw da. Em hatin malê felcê li bavo xist me digo bavo ha mir, ha mir lê 5-6 sal li ber destan bû li ber can bû lê can neda, û filan.. û.. bêvan û…” dirêj dike dibêje.

Heta tirk fîlimê fêm dike, Kurd êdî hema hema goşt xelas dike.
Tirk ji bo ku goştê mayî bixwe îcar ew dipirse “lê bira bavê te çawa mir?”
Kurd dibêje “Ket û mir!” Ev merseleya ‘ket û mir!’ ê li cem we jî tê gotin nizanim lê li herêma Hewagê dema mêvan li ser sifreya goşt rûdinin, pirsa “bavê te çito mir?” û bersiva “Ket û mir!” li jor difirin. Bavê gişan hema ketîye û mirîye.

Federal Gundî

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply