3 Pirs 3 Bersiv – Şêx Zelala ji Fînê (Jin û Ziman)

Di serî de spasiya xwe pêşkêşî we dikim ku we bi van pirsan fersenda axaftinê da me. Ji ber ku di civaka ku em tê de ne zû bi zû firseta axaftinê nade jinan.

Em gelek caran li ber çavên xwe jî dibînin ku li ser navê jinan bêhtir mêr diaxivin û li gorî xwe û rastiyên xwe jiyana jinan jî dixin nav qalibên teng. Mînak, bernameyekî li ser jinan û mafên wan çêdikin lê beşdarvan mêr in û wd:-))

Berî ku ez derbasî bersivên we bibim dixwazim çend tiştan zelal bikim.

Berî ku min bersiv da van pirsan min ji çend hevalên xwe yên jin pirs kir û min bersivên wan jî bi giştî tevlî nava bersivên xwe kir. Yanê bi kurtasî dikarim bêjim ku ev fikr ji sedî sed ne yên min tenê ne. Spasdara Bêrîtan, Evîn, Heyat, Gîska Gerok û Sosin im ku ewan jî fikrên xwe yên li ser vê mijarê bi min re parve kirin. Mijara duyemîn jî pirsa te yên duyemîn û sêyemîn e. Bi min û bi rastiya jiyanê jî em dikarin awayekî zelal bibînin ku ne xweş e û mirov pê aciz dibe. Jixwe ne rast e jî. 🙂

1. Di qada zimên de girîngiya jinê çi ye?

Piştî vê zelalkirinê li ser pirsa yekemîn dikarim bêjim ku wekî her qadên jiyanê di qada zimên de jî bandora jinê pir e. Ji ber ku jin tovê jiyanê ye û divê ev tov baş bê parastin. Jin jiyan bi xwe ye. Jiyan jî bi tenê bi zimanê dayikê biqîmet e. Ji bo ziman azad bibe pêşîn divê jin azad bibe ku bikaribe nifşa nû bi zimanê xwe perwerde bike.

Çima em dibêjin jin û ziman bi hev ve girêdayîne? Ji ber ku jin ew kes e ku zarok jê ziman hîn dibe. Ji ber ku azadiya civakê ji azadbûyîna jinê û ya zimanê dayikê derbas dibe.

Mixabin ku di serî de civaka ku em tê de dijîn û bi giştî jî li ser rûyê erdê em dikarin bibêjin ku hem jin û hem jî ziman di her qadên jiyanê de bi astengiyên cûr bi cûr re rû bi rû dimîne. Ji bo vê rastiyê jî pêwist e ku jin zêdetir xwedî li rastiya xwe ya li ser zimên derkeve.

Hê jî ji bo ziman dibêjin zimanê dayikê û hê jî zarokên dayikên kurdîaxêv bi kurdî diaxivin. Ez dikarim li ser du malbatên Kurdên li der û dora xwe jî vê yekê zelaltir bikim.

Zarokên malbateke ku dayik bi piranî bi kurdî diaxive û bav jî bi kurdî nizane bi kurdîyeke zelal dikarin biaxivin. Dayik û bav jî kurd in lê belê bav ji zarokên xwe re bi zimanê xwe naaxive ji ber ku ew bi xwe jî nizane. Dîsa jî zarok ji kurdî fêm dikin û ji tirkî baştir û zelaltir dikarin biaxivin.

Di malbata din de jî bav bi tenê bi kurdî diaxive û dayik jî bi kurdî qet naaxive. Zarokên vê malbatê jî kurdî ji tirkî kêmtir dizanin. Ji ber ku zarokên mezin bêhtir bavê xwe û malbata bavê xwe dîtine ji zarokên piçûk çêtir bi kurdî diaxivin lê dîsa jî kurdiya wan ewqas ne zelal e. Bi tirkî difikirin û wisa axaftinên xwe dikin kurdî. Ji ber ku ji malbata xwe tirkî ji kurdî pirtir dibhîsin. Yanê mijar ne zayend e. Mijar bihîstin e. Zarok herî zêde kî bibînin bandora wan li ser zarokan heye. Di civaka me de jî zarok bêhtir dayikên xwe dibînin û ji ber vê yekê jî bandora jinê bêhtir li ser zarokan heye.

Em bi kurt û kurmancî dikarin wisa bêjin ku hê jî jin zarokan xwedî dikin û mezin dikin. Lewma heya jin nikaribe biaxive wê zarokên wê jî nikaribin biaxivin.

Jixwe qala tv, dibistan, heval û cînarên tirkîaxêv nakim jî. Ji ber ku ev xetere li ser her du malbatan jî hene.

2. Çima jin xwe ji zimanê kurdî dur digrin?

Li ser pirsa dûyemîn jî dikarim bêjim ku nexêr, tiştek wisa tune! Yanê jin xwe ji zimanê kurdî dûr nagire. Awayekî sîstematîk ji ziman tê dûrxistin. Ji aliyê mêran ve û ji aliyê civakê ve û ji aliyê pergala dînî û çandî ve. Ev tev dibin yek û jinê ji zimanê zikmakî û heya ji jiyana sosyal jî dûr dixin.

Çawa dikin?
Jin, li gorî fikra civakê tu caran nikare bigihîje asta mêran an jî her tim ji wan kêmtir e. Û dema ku kesek hem kurd be û hem jî jin be li ser erdnîgariya tirkîyeyê û Kurdistanê û li gelek deverên cihanê wê her tim ji mêr kêm û kêmtir be.

Jin ji bo ku dixwazin statûya xwe piçekî bilind bikin berê xwe didin zimanê desthilatdar. Ji ber ku tê bawer kirin, heke mirov bi zimanê desthilatdar xeber bide wê asta xwe pêştir bixe. Ne ku dibêjim rast e lê hiş wisa qebûl dike. Ji ber ku pergala civakê û ya malbatan vê “rastiyê” di mejiyê jinan de nexşandine. Yên li gorî vê yekê tevnegeriyane jî êşiyane û ew êşa wan jî ji jinên din re bûye tirs û xof û lewma wêrekiya wan şikestiye.

Dema ku keçek yan jineke kurd dixwaze tiştekî bike her kes dikeve navbera wê û wê tevgerê ku bi sernekeve. Mînakeke hêsan û bi zimanê gel bidim. Dema ku ez dixwazim tiştekî bikim rasterast ji min re dibêjin; neke, eyb e, şerm e, tu keçik î, tu yê bi serê xwe yê keçik kêrî tiştekî neyî, dema zewicî çi dixwazî bike lê heya li mala bav bî neçar î mîna me bijî û wd. Ji tevan bêhtir hevoka “tu keçik î” min diêşîne. Ji ber ku heman tiştî tu caran ji mêran re negotine û zayenda wan ji bo wan nexistine astengî. Ev tişt bi tenê ne hevok in. Ev tev dîwar in û dikevin navbera min û serkeftina min. Ev tev dibin astengî ku ez xwe tev nedim. Ev tev dibêjin, tu jin î û ji ber ku jin î jî kêrî tiştekî nayî. Rastî ne wisa ye lê ka kî guh dide rastiyan.

Mînakeke din jî bidim. Em çend hevalên jin li ser tora civakî hewl didin ku ji bo zimanê kurdî tiştan bikin lê roj tune ku li hemberî me û zayenda me bê edebî nayên kirin. Roj tê dijûnên zayendî dikin, roj tê peyamên bê edeb dişînin. Gelek hevalên jin ji ber vê tirsê yan bi navên mêran hisaban vedikin û yan jî bi navên zarokên xwe yên “kurik”. Di nava van salan de hama hezar caran daxwaza zewacê bi min kirine ku rûyê min jî qet nedîtine û dizanin ez ne ji bo kesayeta xwe li ser tora civakî me jî. :-/ Ji bo em aciz bibin û dev ji vê xebatê berdin çi ji wan tê dikin. Yên herî qenc û nîyetbaş jî dema peyama dişînin dibêjin; keko, bira, biro û wd.

Çima? Ji ber ku li gorî mejiyê wan jin nikarin xebateke wisa bikin. Xebat baş be xwediyê xebatê jî bi tenê dikare mêr be. Li gorî wan jin bi tenê ji boyaxkirina neynûkan û ji şîrdayîna zarokan fêm dikin. Ev tev pirsgirêkên civakî, pergalî û ji aliyekî ve jî çandî û dînî ne. Hêvîdarim ku bêne çareserkirin.

3. Ji bo jinên kurd bala xwe bidin zimên divê em çi bikin?

Ji bo jinên kurd bala xwe bidin ziman divê pêşîn qedr û qîmeta wan bê zanîn û wan jî mîna şexsan bibînin. Divê rêzê ji wan û ji zayenda wan re bigirin û wan jî li hemberî mêran û li kêleka mêran mîna mirovan hisab bikin ku ew jî bikaribin destên xwe bixin bin kevir.

Heya laşê jinê û mejiyê jinê di bin zextên civakî û malbatî de bin em nikarin barekî wisa jî bixin sitûyê wê. Divê em bi jinan û bi mêran bidin qebûlkirin ku ziman yê me tevan e.

Ziman zimanê mêran e jî û yê jinan e jî. Bêyî keda mêr jî ziman pêş nakeve û bêyî keda jin jî pêş nakeve. Ji ber vê yekê ez ê çend pêşniyaran bikim ku hem mêr û hem jî jin bala xwe bidinê û xwedî li zimanê xwe derkevin.

1) Divê xwe ji zimanên desthilatdar dûr bixin. Divê tvyên wan temaşe nekin ku zimanê tvyên wan nebe zimanê malê.

2) Jin û mêr divê pêşîn xwe fêrî zimanê xwe bikin ku bikaribin fêrî zarokên xwe bikin.

3) Divê tu caran ji hev re nebêjin, sedem te ziman wisa bûye û wd. Ji ber ku heke ziman pêş bikeve wê bi keda her duyan bibe û heke paş jî bikeve wê sedem her duyan paş bikeve. Ji ber ku ziman yê me tevan e. Ne tenê yên jinan e ku bar tev bikeve ser pişta wan.

4) Divê ewilî ew wate û giringiya ziman qebûl bikin ku bikaribin bidin zarokên xwe jî. Divê bizanibin ku bê ziman jiyan nameşe. Ne bi gotinan. Pêwîst e ku bi rih û canê xwe vê qebûl bikin û li gorî wê jî bijîn.

5) Divê ne jin û ne jî mêr bi tu kurdî re bi zimanên din neaxivin. Divê di mala xwe de bi tenê bi kurdî biaxivin.

6) Bi hev re bi zimanên din û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin jî nabe. Ji ber ku zarok mezinên xwe kopî dikin. Zarok li gorî gotinên mezinên xwe tevnagerin. Li gorî tevgerên wan tevdigerin. Ji ber vê yekê jî divê mezin li gorî vê rastiyê nêzîkê ziman bibin. Mezin biaxive wê zarok jî biaxive.

Û ji bo bi giştî kurd bala xwe bidin zimanê xwe divê tevahiya sazî û rêxistinên me, tevahiya serok û rêberên me, tevahiya tv û rojnameyên me li ser giringiya ziman biaxivin û xebatên bibandor bikin. Divê girîngî û ferziyeta ziman bixin dil û mejî û jiyana tevahiya kurdan. Ji ber ku yeko yeko mirov nikarin li ser milyonan bandor bikin. Ji bo ziman pêş bikeve divê pêşiyên gel destên xwe bixin bin kevir û wisa li ser gel jî ferz bikin.

Hêvîdarim ku her kurd mijara giringîya ziman ji bo xwe bike rik û mîna vexwarina avê jî ferz û heyatî bibîne. Tim û tim dibêjim. Hûn li ser kîjan bîr û baweriyên dînî û li ser kîjan fikr û ramanên siyasî bin divê hûn li gorî wê yekê jiyîna bi zimanên din ji bo xwe û ji bo malbata xwe qedexekirî (heram) bibînin û xwe ji zimanên din dûr bikin. Nexwe hûn ê nikaribin ji bo ziman tiştekî bikin û hûn ê roj bi roj bi destên xwe û bi dilsozî zimanê kurdî binax bikin.

Silav û rêz.
Şêx Zelala ji Fînê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle