24 GOTIN JI FOLKLORA KURDÎ GELEK BI HUNER Û WATEDAR

Îro (23/ 10/ 2020) saet 09.00 ez li vîdeoyekê rast hatim, dema min lê temaşe kir, ez ji xweşiya wê têr nebûm. Min hema demildest nivîsî û weşand.
Vîdeo ji aliyê hevalê me Mehmûd Avcî ve hatiye weşandin.
Pêşî Nusaybin Kişla TV ew weşandiye û 182.185 car jî temaşe lê hatiye kirin.
Kesê ku dipeyive, zilamekî salxur e û porê wî sipî ye, lê li ser xwe dixuyê, bi kurmanciyeke xweşik lê bi devoka Torê dipeyive.
Fermo de em van 24 xalên li jêrê, bixwînin:
1)
Sê tişt li dinyayê hene bi lezer:
Pez û rez û hermet.
2)
Sê tişt li dinyay ê hene bi dilêş:
Muxaberat û şehad û mêş.
3)
Sê tişt xweş in bi sarî:
Tirşik û mehîr û karî.
4)
Sê ehmeq hene li dinê:
Yê biçî riya bi tenê
Yê li kaşa vexwî titinê
 Yê mala xwe bibî cem mala bavê jinê.
5)
Ne berxê ber bizinê
Ne mişkî terazinê
Û ne zilamê bi xebera jinê.
6)
Rih dibî bost
Dijmin nabî dost.
7)
Bê şêwra pîrekî
Neçe dîwana mîrekî.
8)
Xweş dibê cihê xencera
Lê xweş nabê cihê xebera.
9)
Şêr şêr e
Çi jin e
Çi mêr e.
10)
Yê nekê bi ya mezina
Bi serê wan ve çêdibê strhê bizina.
11)
Çavê li deriya
Xwelî li seriya.
12)
Destê xwestinê
Bila bê jêkirinê.
13)
Serê bê sermiyan
Jê çêdibê derdê bêderman.
14)
Yê bibê hevalê derewîan
Wê talî bifroşê nivîna.
15)
Fi´lê şîrî
Heta pîrî.
16)
Qûna elimî tira
Zehmet e rûnê li ser berra.
17)
Nebêje dijmin bira
Birayê xwe nefroşe gura
18)
Nebêje jina (bi) mêr (bi)
Virde wera
(Çav bernede jina bi mêr)
19)
Xezal nabî meymun
Qîza qereç nabeîxatûn
20)
Serê bi mineta
Bila herî ser ziyareta.
21)
Ne por û ceynîkê
Lê pera û berîkê.
22)
Insanê keslan
Bila bimrê hê mirin erzan
23)
Rovîkî şiyar
Çêtir e ji şêrekî xewar
24)
Kurê jinebiya
Jê neke tu hêviya
Camêrê ku peyivîye, dawî gotiye: ZOOOR SPAS…
Hêvîdar im ku hemî xwişk û birayên evîndarê Çanda Kurdî, vîdeoyên wisa ji devê kal û pîran werbigirin û biweşînin.
23/ 10/ 2020

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply