Ji Evîna Rojên Kevin (Helbestek Berî 27 Salan)

Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Piştî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde canê xwe ji dest da.. Dema ku em ji Şamê dizîvirîn mala xwe Qamişlo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, ew helbest kir stranek xweş, digel hin guhertinên bi destûra min.. Berî çend rojan, min li wê stranê guhdarî kir û bi min xweş hat ku deqa wê ya orjînal jî ji we re belav bikim:

Min nizanî jîn bi fene

Bi fena min dixapîne

Da milên min barê giran

Huş û sewdan dileqîne

Dizî ji min salên ciwan

Gula min diqurquçîne

Ew xwîna sor î dijenya

Êdî nema bi jenîne!

Çima qederê te wa kir,

Te ji min girt wilo kîne?

Gazinê min tev ji te ne

Dilê min bi xem û şîne

Ez mirov im, hez dikim jîn

Gul, giya bi min serîne

Dilovan im, bi wijdan im

Belê va dil bi birîne

Min nizanî jîn bi fene

Bi fena min dixapîne

kirîme gêj wek mest û lala

Serî li min digerîne

Bayê felekê, va dij tê

Jiyana min d’guherîne

Çep li rastê, rast li çepê

Bi qulpa dizîvirîne

Min nizanî jîn bi fene

Bi fena min dixapîne

Dara min şîn û ciwan bû

Va pelên wê d’çilmişîne.

Konê Reş

Qamişlo/15 Nîsana 1994

Etîket: Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Nasname û Ziman – Mela Huseyn Êsî

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Pesn û Prestîj

Çîroka Çar Bajaran

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Şîroveyekê bihêle