Zinar: Cegerxwîn ne “Cegerxwîn” bû, ne kurdperewer bû – 2

– Anku tu dibêjî Cegerxwîn casûs e?Cegexwin

Ez bi xwe vê gotinê nabêjim, lê bila Neteweya Kurd li kiryarên wî bisêwirin û piştre destên xwe deynin ser wijdana xwe, navekî rewa lê bikin.

Cegerxwîn di pirtûka xwe de gotiye: “Bawer bikin min li tarîxê derew nekirine”  lê li binê wê gotinê jî gotiye: “Ev ne tarîx e, lê çîroka jînenîgariya min e.”

Baş e, madem ku ne tarîx e, çima tiştên tarîxî tê de nivîsîne?

Kemera Erebî li deverên Kurdan, wisa kir ku mala Kurdan xira bû. Cegerxwîn di pirtûka xwe de peyveke tenê jî li serê nenivîsîye!

Cegerxwîn dijminatiya şêx û axayan kiriye, lê dema ku Haco Axa du gund dane wî, Cegerxwîn gundek firotiye û pê bazirganiya genim kiriye, û li gundê din jî axatî kiriye. Tivink daye destên xwe û çend peya li dora xwe kom kirine û gotiye: “… Min tanî ber çavên xwe ko em çend mêrên Mala Elo hene, şevekê yan carekê bi hev re bikujin” Ma însanê welatparêz, teşebusa kuştina kurdên gundî dike? Ne mumkin e ku bike!

Tiştekî pir balkêş heye, li gundê Cegerxwînî keçek nîşan kirine, lê piştre keçik bi nîşaneya xwe razî nebûye û keç hatiye kuştin.

Cegerxwîn di bîranînên xwe de gelek rûpel li ser serpêhatiya wê keçê nivîsiye; lê Cegerxwîn tenê bi rûpelekê behsa Komara Kurdistan a Mehabadê kiriye, ew jî bi xerabî…

– Dibe ku rexnevan bibêjin ji ber ku Zeynulabidîn Zinar mirovekî oldar e, dijayetiya Cegerxwînî dike..?

Ev pirsa te, berî çend rojan ji Duhokê jî,  ji min re hat.

Diyar e ku baweriya min bi Dînê Îslamê heye, baweriya min bi Muhemed heye û baweriya min bi Xwedê heye, lê baweriya min bi Doza Neteweya Kurd jî heyeû min soz daye ku ez ê her û her xizmeta urf û adet, ziman, çand û Toreya Kurdî bikim.

Pir kes di nava Kurdan de hene, bi sed qatî ji Cegerxwîn zêdetir dijminatiya Ola Islamê kirine û dikin jî. Dostaniya min bi gelekan ji wan re jî heye. Lê min bi delalî û nermî  ji wan re gotiye û her dibêjim ku divê ew dijminatiya çu olekê nekin. Ez jî rind dizanim ku ne misilmantî, lê belê misilmanan mala Kurdan rûxandiye. Îcar çi kurdê ku xwe welatparêz bihesibîne, divê ew rêz ji hemû dîn û baweriyên miletê xwe re bide nîşandan.

Lê eger Cegerxwîn bi rastî welatparêz bûna, dê hurmet ji dînê miletê xwe re bigirtana. Na, negirtiye lê rêz ji Fileh û keşeyan re girtiye, ji Cihû û Ezêdîyan re, ji Kakeyî û Şî’an re yanî ji her bawerî û olan re rêz girtiye, tenê ji Îslamê re negirtiye.ZINAR 1

– Ji ber nimêja bê desmêj li pêşiya xelkê û xawrina rojiyê bi dizîka ji hêla Cegerxwînî ve, te gotiye ku li dunyayê min heqareteke wisa nedîtiye, anku te Cgerxwîn bi xirabtirîn kes li dinyayê  nasandiye?

Ew kesê ku melayê Kurdan be, li ser fitir û zekata Kurdan zarokên xwe xwedî bike, ku çi hebe jî divê hurmet ji dînê wan re bigire.

Eger bê desmêj li pêşiya Kurdan nimêj bike, bê guman eger Kurdan wê çaxê zanibûna ku melê wan bê desmêj li pêşiya wan nimêj dike, dê ew kuştibûna.

Baş e, ew gotina xwarina rojiyê û nivêja bêdesmêj ku  Cegerxwîn gotiye, bû malê mêjû û heta bi hetayê wê Kurd behs bikin.

Şêxmûsê Hesarî nasnavê xwe daniye CEGERXWÎN. Ew kesê ku cegera xwe ji bo mîletê xwe qaşo kiribe xwîn û nikaribe destmêj bigire û di remezanê de rojî jî bixwe, wateya cegera ku bûye xwîn çi dimîne?

– Cegerxwîn di bersiveke xwe de ji birayê Şêx  Se‘îd re gotiye kuLi nav Kurdên Cizîrê (Binxet) nikarî mirovekî tenê jî pak bibênî.Hemî diz, mêrkuj talanker…”,  Mamoste, tu ji vê yekê re çi dibêjî, gelo rast e Kurdên Cizîrê welê bûn?

Îcar ez ê gotinekê  ji te re bibêjim. Cegerxwîn bi xwe dereweke mezin li xwe kiriye.

Cegerxwîn gotiye ku Cizîr bûbû du bend: Benda Haco Axa benda Kurdperwerî bû, û Benda Şêx Deham benda Erebperwerî bû.

Baş e, eger ku di Cizîrê de yekî baş tune be, mane Cegerxwîn bi xwe gotiye” Benda Haco Axa benda Kurdperwerî bû”, bi vê gotina Cegerxwînî derket holê ku wî nebûkarî li xwe kiriye û gotineke  derew ji birayê Şêx  Se’îd re kiriye.

– Te gotiye Cegerxwîn hem bi ola Islamê, hem jî bi komûnîstiya xwe jî Kurd xapandine, anku Cegerxwîn ne komonîst bû?

Cegerxwîn bi xwe gotiye “Ez komonîst bûm, min Kurd didan hev û diêxistin partiya komonîst.”

Dema ku Kurdan partiyên Kurdewarî ava dikirin, Cegerxwîn jî nedihêla Kurd tevlî partiyên kurdî bibin û ew dibirin dixistin partiya Komonîst.

Ya girîngtir jî ev bû ku gotiye: ”…Me rojekê hevalekî xwe mirand û xiste nav kefen. Ji çolê li ser darbestê me anî gund û me xwe digiriyand. Jin û mêr bi me re digiriyan. Li mizgeftê me ji gundî, axa û serkaran re got: “Eger win sed ripî bidin me, ez ê wî rakim.” Piştre pere wergirtiye û weke Îsa Pêxember ew rakiriye jiyanê.

Gelo meriv dikare bi vê yekê çi navî lê bike?

Bila vêce xelk bi wijdan biryara xwe li serê bide.

– Te nivîsiye ku ev nasnavê Ceger + Xwîn jê re ne rewa bû. Li gor te nasavê guncav û munasib jê re çi ye?

Gerek e jê re Şêxmûsê Komonîst (Şûî) bihata gotin.

Wateya navê “Cegerxwîn” pir mezin e, anku hingî êş û janên miletê xwe kişandine, cegera wî bûye xwîn. Lê dema ku tu neyartiya hemî rêxistin û şoreşên Neteweya Kurd bikî, ne cegerxwîntî ye lê dijminkartî ye.

– Te di PIRSNAMEya  xwe de bang li ” DADGEHA BALA YA KURDISTANÊ ” kiriye ku Cegerxwîn dadgeh bikin. Tu dixwazî çi ceza der heqê Cegerxwîn de were birîn?

Eger rojekê dadgeheke bala li Kurdistanê hate avakirin, divê ew dadgeh li ser daxwaznameya min doz li Cegerxwînî veke û ji ber kiryarên wî eger ceza çi be, bidê.

Her wiha ew mirovên ku Cegerxwînî ew xayîn, mêrkuj, diz, talanker, tolaz û xirab bi nav kirine, divê Dadgeha Bala rûmet û îtbara wan li wan vegerîne. Eger Dadgeh biryareke wisan wernegire, tê wateya nebûkariyên ku Cegerxwîn kirine rast in.

Li dunyayê tenê du milet hene ku qanûna wan nehatiye nivîsandin, yek jê miletê Kurd e û yek jî Ingilîz e.

Inglîz jî mîna Kurdan li gor toreya xwe tev digerin. Civata wan a rîsipiyan heye û dema ku kesek sûcdar hebe, ew civata rêsipiyan der heqê wî de hukim dibire. Îcar di Toreya Kurdî de, ev insanên ku Cegerxwîn ew xayîn bi nav kirine, ew însan tev bûne wijdana Neteweya Kurd û eger tu heqaretê li van mirovan bikî, tu heqaretê li temamê Kurdan dikî.

Di pirtûka Cegerxwînî de rêberên hemî şoreşên Kurdan xayîn in. Cegerxwîn gotiye, Şêx Se’îd û hevalên xwe jinên Kurdan direvandin û morîkên qirika wan diqetandin!

Ez ê tiştekî pir balkêş bibêjim: Serokê Dadgeha Istiqlalê ku li Diyarbekrê fermana bidarvekirina 460 Kurdî daye, Cegerxwîn jê re gotiye FERMANREWA! Anku biryarên ku dide tev rewa û cayiz in.

De baş e, îcar kurdekî ku cegera xwe kiriye xwîn, dikar ji hakimekî ku fermana bidarvekirina hewqas Kurd daye re bibêje feramnrewa?

Bila xelk baş zanibe ku Cegerxwîn ne “cegerxwîn” bû, ne kurdperewer bû, lê xirabiya herî mezin li şoreşgêr, rêxistin û serhildanên Neteweyê Kurd kiriye.

– Ji ber çi PIRSNAMEya te 15 salan dereng ma û  te niha da capê?

Dema ku min pirtûka xwe di 2002′an de bi dawî kir, piraniya Kurdên siyasî komûnîst bûn. Vêce wê hingê Kurdan Cegerxwîn wekî qehremanekî neteweyî bê şert û merc qebûl dikir. Min dizanibû ku ew rewş pir nadomîne, ji ber ku îdîlojiyên batil zû têne guhertin.

Min pirtûka xwe hişt heta vê demê, ji ber ku ew dewletên ku Cegerxwîn ji wan re digot Imperyalîst û komonîst, tev bi hev re niha dest bi alîkariya bi Kurdan re kirine. Vêce min got ku dem hatiye da ez pirtûka xwe biweşînim.

– Berhema Cegerxwîn a bi navê Jînenîgariya Min” ta çi astê tu jê piştarst î ku pê nehatiye lîstin û tiştek tê de nehatiye guhertin an lêzêdekirin?

Na, na! Lê nehatiye zêdekirin, lê belê pir tişt jê hatine kêmkirin.

Du mamosteyên Kurd ku wan her duyan destnivîsa pirtûka Cegerxwîn li çapxaneyê deqandine û sererast kirine, min bi wan her duyan re jî xeber daye. Yekî ji wan ji min re got: “Welehî hin nivîsên Cegerxwîn hebûn dilê meriv jê dixeliya, vêce me ew jê derxistin.” Aniha jî ew destxet li weşanxaneyê di dosyayê de têne parastin.

– Gelo Cegerxwîn rengekî nû û spehî li tûrikê wêjeya Kurdî û  li gewdê helbesta Kurdî bar nekiriye?

Na, Cegerxwîn kitêbek li ser Folklora Kurdî nivîsandiye, tiştên pir ecêb û xirab tê de nivîsandine.

Cegerxwîn di nivîsandina pirtûkan de pir nezan bûye. Uslûb û şêwazê nivîsandina kitêban nedizanî.

Nivîsên Cegerxwîn ji aliyê rêzimanî ve 80% şaş in.

Di pirtûka Jînenîgariya Min” de du helbestên Melayê Cizîrî nivîsandine, her du jî şaş nivîsîne. Eger ku Cegerxwîn merivekî zana bûna, helbesta Melayê Cizîrê şaş nedinivîsand.

– Te zêdetir ji carekê gotiye û nivîsiye ku 5000 peyvên Kurdî di Qur’anê de hene, eger tu hinekî babetê rave bikî û mînakine zindî bidî dê baş be?

Gelekan ev pirs ji min pirsiye. Di Qur’anê de ayetek heye dibêje ”

We ma erselna min resûlîn illa bi lisanî qewmîhî lî yûbeyyîne lehum…” Ayet: 4, sûret: ÎBRAHÎM.

Bê guman me pêxember nehinartiye ila bi zimanê wî qewmî, da ji wan re beyan bike.

Ayeteke din jî weha ye:

“We min ayatihî xelqu ssemawatî wel erdî we ixtilafu elsînetîkum we elwanikûm.” Sûret Rûm, Ayet: 22.

(Ziman û çanda hemû mexlûqatên erd û asîman, her yekê ayetek ji ayetên min in.)

Bi van Ayetan diyar bû ku pêxember ji Kurdan jî rabûne û zimanê Kurdî jî Ayetek ji ayetên Xwedê ye.

Niha li navçeya Gêlê ya Amedê, gora neh pêxemberan heye.

Ya balkêştir ev e: Her kes dibêje, kilîda Quranê “Bismi lahî rrehmanî rrehîm” e. Binerin daçeka “Bi”yê ji Çanda Kurdî (hindo-îranî) hatiye wergirtin. Di zimanê Erebî de peyveke wek “bi” ku wateya “me´e”yê bide tune.

Ereb dibêjin Quran tev Erebî ye, ev gotin nebûkarî  ye. Ji peyvên kurdî zêdetir heta gotinên Yûnanî jî di Quranê de hene.

– Wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gihaye çi astê?

Wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pir lawaz e.

Sedem jî ev e:

Vêga li Bakûr kurdên ku bi zimanê “Turkmancî” dipeyivin hene, li Rojava jî Erebmancî xeber didin.

Çend nivîskarên kevin hene ew baş in, wekî: Dilawerê Zengî, Konê Reş û çend kesên wisa…

Çi li Bakûr be, çi jî li Rojava be Zimanê Kurdî  di heman rewşê de ye.

Mixabin xelkê me biyaniyê  çanda xwe ye, eger xelkê me zana bûya, dê rewş ne ev rewş bûya.

– Der barê şer û guhertinên ku aniha li Rojavayê Kurdistanê dibin, hûn çi dibêjin?

Keko ev şerê nuha pir normal e.

Di 1923ian de Sovyet pir xurt bû, wê hingê cîhanê ji tirsa Yekîtiya Sovyetan re doza gelan êxistin binê maseyê.

Dema ku di 1991′ê de Sovyet têk çû, hingê eşkera bû ku hemî milet dê bigihin mafên xwe û li Danîmarkê biryar pê hate dayîn ku hemî miletên cîhanê bigihin heqê xwe.

Vê gavê welatên Rojavayê dest avêtine Doza Kurdî. Rûs û Emerîka di meseleya Kurdistanê de bûne hevkar.

Eger rêxistinên Kurdan ji hev re baş bin, dê zû rewşa xwe çareser bikin.

Ev miletê bi navê Kurd, tarîxa xwe pir kevn e û gelek dewlet çêkirine. Êdî wijdana dunyayê hew semax dike ku ev karasetên mezin bêne serê Kurdan.

-Gotina Dawî…

Ez û te bi zimanekî bi hev re diaxivin, bi zimanê Kurdî.

Tiştê ku min û te bi hevdu ve girêdide ev ziman e, ne tiştekî din e.

Eger ziman, kultûr û Kurdewarî di navbera me de hebe em dikarin her tiştî bikin lê ku tune be, em nikarin çar gavan bi hev re bavêjin.

Eger leşkerên te bi milyonan hebe, dikarin bibin tune; lê ku zimanê te hebe tu kes nikare te tune bike.

Ev zimanê me bi saya 4 saziyan hatiye parastin: Yek medreseya Kurdî bû. Ya duyan Tekya Şêxan bû.Yek jî dîwana axayan bû û ya din jî dengbêj û sitranbêjên me bûn ku min navê “Dibistana Zindî” li wan kiriye.

Her çi qas şêx xirabî dikirin jî, lê Kurdewar bû.

Axa çi qasî ku zalim bûn jî, lê ew jî Kurdewar bû.

Ziman ruhê netewî ye, eger me terka vî zimanî kir dê ruhê me jî biçe.

Pir girîng e ku her bavek, her dêyek bi zarokên xwe re bi Zimanê Kurdî bipeyive.

Spas ji bo vê hevpeyvîna ku te bi min re li ser van babetên girîng kir.

Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66′an de hatiye weşandin 15.8.2017

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply