Ziman û Rola Penaberan

Wek tê zanîn di jiyanê de herdem tiştên ne baş xwe didin pêş ewên qenc, û ji ber ku bêtirî mirovan bi tiştên genî û kirêt ve mijûl dibin, û ewên çak û bedew tên jibîr kirin û bi carekê belkî ewên rind nayên balê, lewra me xwest em li ser du mînakên hêja ji aliyê penaberan de tên qewimandin rawestin, ji ber ku belkî li ba pir welatiyên TURKI yê  ew herdo têbîn an mînak ne diyar bin.

Hîn bi ser de belkî pir welatiyên TURKIYê ji dîmemên penaberêd SûRî aciz bû bin, çimkî ji wan e ku penaber tenê li ser omiza wan û dewleta wan dijîn, û belkî bazirganiya ku dewlet bi navê penaberan kirî û hîn jî dikê jibîr dikin an nayê bala wan, û ku çawaa dewlet bercewndiyên xwe yên siyasî û aborî di tenga penaberên SûRî re bi EWROPA re bi cî tînê.

Ji ber ku tevî jiyana xerap ya SûRIYAN piştî şoreşa wan li dujî rêjîma ESED û  di dû re çawa ew şoreş teqle buye û wek cengeke navxweyî tê xuyakirin, û bi hzaran welatiyên SûRî berê xwe dane sînor û taximên pir dewletan,  tabî di nav wan dewletan de TURKIYê ye, lê dîsa jî bêtirî wan penaberan karê xwe û jiyana xwe ji nû de li TURKIY ê vejandin, û gelek pirojên aborî û fabrîqe jî damezrandin, û beşdariya wan di warê aborî de li pir şar û deveran rû da, û li gorî agahiyên hevgirtina odeyên borsayê li TURKIYê, ku dezgehên ku xelkên SûRI yê li bajarên TURKIYê  ji destpêka 2014 an de ava kirine nêzîkî 585 dezgeha ne, ev di warê sûda penaberan ji aliyê aborî de li dewleta TURKIYê kirine.

Û mînaka din jî helbet ne tenê di warê bazirganiyê de ye, lê bêguman di warekî din de sûda penaberên kurd li civaka KURDêN ISTANBOLê û belkî  yên bajarin din jî hebê, bi taybet di warê zimên de, çimkî wek tê zanîn gelê kurd li SûRIYê hîn bêtirî wan di mal û karê xwe de bi KURDî diaxivin, vacayî nişteciyên kurd yên li ISTANBOLê ji zû de dijîn, û  hîn belkî ewên li bajarên din li TURKIYê ew jî ji vê xerapiyê biparin, ewên di mal de û li kolan û cihên îş de bi hev re bi KURDî deynakin, lewra her malbetek ji KURDêN SûRIYê bandora xwe li gorî têkliyên xwe yên rojane li haval û cîranên xwe kirin e, nemaze di warê danustandin û denkirinê de, ger li cihên têkistîl û fabrîqa de bê an di malan de bê, bi rastî sedem jî aşkere ne, yek jê ewên ji SûRIYê bi zimanê TURKî nizanin û mecbûrin ku bi cîran û xwedîyê kar re bi kurdî biaxivin.

û sedema duyem jî ewe ku KURDêN penaber li TURKIYê di warê derûnî de xwe tu carî kêmtirî kesên TURK nabînin û  bicarekê nexwaşiya kêmantiya hestên netewî cihê xwe di bîr û bawerî û ramanên wan de xwe nagirtî, ji ber vê yekê belkî kurdên SûRIYê rolekî baş di vê warî de bilîzin, û bandora wan di warê bikaranîna zimên de li KURDêN TURKIYê hebê, ji ber ku rewşa kesên istenbolê di vê derbarê de gelekî xerape j aliyê dîl de, û ez tekez dikim ku kurdên sûriyê rolekî xwe balkêş di vê warî de hebûn û bandorên wanî civakî ji pêre jî ê bi sûd bûn, tabî ger welatiyên TURKI yê venasîna  xwe bi vê yekê kirin an na.

MAJêD A MIHEMED

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Me Ji Kû Tên?

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne: 1) ji binemala wî zimanî …

Leave a Reply