Were canan
Da binûsem di navbera
Sînorên efsûnî yên erd û ezman
Û mehtavek ji stêrkên
Dizê her şevreşê hevê
û royê
Bi meş û şadiya qelemên kelemîn
Li dij dijminê evîndar
û evîn
Li paş bihêle
Hemî derdên merdê ji can borî
Bi sedema wan cananên horî
Li sûxtenî dil
———–hêjar û birîndar
Ku mêvanê çiraxa kûçe û kolanên bê ziman
Hew qas bê deng
—————û li gel sir, seqem û sar
Bi ta û derziyên hestedar
Kêl bi kêl
———bi tayê henaseyan
Wunda bik
——û bidirû
———–û bikêle
Ji axîna êş û keseran
Bi babîsokek havînî
—————-belav bik û nehêle
Ca wer
——û nemîne dereng
Çi girtibe hesinî zeng
Lê em
—-di sala
Bo mirinê zû
Li evînê dereng de ne
Bi vê hawê mezin û bala
Li yê hat jiyîn
————û da bên jiyîn
Çav û dilan meke dûr û tarî
———————–bi zeng
Da dereng nemînî li evîn
Û jiyanek reng bi reng
———————–û qeşeng
Mustafa Rêzan
Amed 01.05.2016