Yên pirtûkan dixwînin temenek dirêjtir dijîn

Ne henek e, lêkolînek ligel 3 hezar û 635 kesên temenê wan bi ser 50’î re ye hat kirin û encamek wisa derket: Yên ku di hefteyek de ji 3 saet û nîv kêmtir pirtûkan dixwînin ji yên ku ji 3 saet û nîv zêdetir demê ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin hindiktir dijîn. Yanê, yên ku demek zêdetir ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin temenek dirêjtir dijîn.

Kompaniya OpenCulture li ser vê yekê lêkolîn kiriye û lêkolîn 4’ê vê mehê di rojnameya Independent de hatiye weşandin. 

Nûçe dibêje ku yên ku zêdetir demê ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin ji yên ku qet demê venaqetînin du salan zêdetir dijîn.

 

Rojnameyê gotinên ji Zanîngeha Yale hîndekar Becca R. Levy ên ku ji bo New York Timesê gotibûn jî wisa ragihandine: “Yên ku rojê herî hindik nîv saet ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin ji yên ku qet demê venaqetînin ji aliyê jiyanê ve xwedî avantajên girîngtir in.”

Nûçe dibêje ku di rapora hatiye weşandin de sedema xwendina bi vî rengî jiyana dirêjtir agahî nehatine pêşkêş kirin û ev agahî lê zêde kiriye: Di salên borî de hin lêkolîn hatin kirin, di van de hat dîtin ku xwendin ji aborî heta tenduristiya rih di gelek waran de bandorê li jiyana mirovan dike.

Di vî warî de salên borî li ser girtiyan û li ser zarokan jî lêkolîn hatibûn kirin. Ferqa di navbera zarokên ku dikarin xwe bigihînin pirtûkan û yên ku nikarin xwe bigihînin pirtûkan de jî hatibû dîtin.

diyarname.com

Derbar candame

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply