Xutbe I Zîna: Gunehekî Mezin e, nefs û neslê dibe îfsadê

Dîrok: 02.05.2025

Gelî Musulmana!
Yek ji wan guneh ê mezinên ku İslamê heram dêraye û him nefsê û him neslê dibe fesadê zinya ye. Zinya; bê mehr çûyina nav nivînê jinkî ye. Zinya, erişek mezin e li famîleyê. Şolekî pîs e, bê heyatîkî û bê namûsî ye, malê belav dike, hîviyê ciwanan tarî dike, xeyalê wan ser û bin dike. Zinya; karekî xiraw e, nirxên civakî zîr û zeber dike. Reftarekî kirêt e dibe sedemê belavbûna gelek nexweşiyên maddî û me’newî.

Gelî Musulmana!

İslam ne tenê zinyayê; belkî hemî rêyê ku dibin zinyayê jî vêra heram didêre, çawa ku Xwedê Te’ala ۪difermê: 

يلا  َ َسب َن َفا ِّح َشًۜ ة َو َٰٓساء ز نٰٓى اَِّّنُه كَا وا ال بو

“Nêzîngî zinyayê nebin; lewra ew fûhşiyatî ye, rêkî zaf xirab î pîs e.” (1) Loma jî ha di jiyana rastî da be, ha li ser înternetê be, ha ser medya nivîskî ha ya dîtbar be hemû ew tiştên meruyan dibin zinyayê heram in. Ev termê hanê ku Xwedê bi emanetî daye însan, tazîkirina wê, li xwe kirina kincên neliyaqê nuxamtina şer’î heram in. Du mêr û jinên li hev dirisimin heram e herdu bi tenha serê xwe bimînin yan jî bi navê hevaltiya malê bi hev ra bijîn.

Bi navên wek dost û heval û tiştnê wek wan va nayê qebûlkirin ku ev gunehê mezin şîrin were nîşandan. Bi gotinên wek: ‘têkiliya dil, evîn a qedexe, hewesa ciwaniyê’ zinya wek tiştek meşrû’ nîşandan vekirina deriyê heramiyê ye. Ew tolaziya ku hinek pê pesnê xwe didin eslê xwe da zinyakarî ye, çavberdana namûsa xelkê ye û heram e. Hela ew qundetiya hana ku bûye sedemê helakbûna qewmê Lût pêxember ku îro di bin navê azadiyê da dixwazin li dunê belavkin, karekî bêrê yê le’netî ye, heram e, gunehkî mezin e.

Gelî Musulmana!
Ew dîmenên bêexlaqiyên ku bi rêya têlefonên zîrek û bi amûrên dîjîtal û bi saya medyayê va ku hatine ketine berikê me û nav malê me, rêyên balî zinyayê va hêsan dikin. Ew reklamên mûstehcenên ku qîmeta ehkamê İslamê û nirxên însanî dişkînin, tiyatro û fîlmên sînemayê û rêzefîlmên bê edebên ku di bin navê hunerê da tên li darxistin, dixwazin zinyayê meşrû’ nîşan bidin. Ew malperên suhbetê û zewacê ku li ser înternetê hey diçe zêde dibin û mûessesa zewacê îstismar dikin, ew ciwanan ji zewacê dûr dixin û wan balî zinyayê va dajon. Hevaltiya mêr û jinan a bi behaneya dostaniyê û gotina derdê xwe ji hev ra ku li ser înternetê dest pê dike, wan kesan dikişîne balî reşika zinyayê va. ElHasil: çav bi dîtina heramiyê va; goh, bi gohdariya heramiyê va; ziman, bi xeberdana nebaşiyan va hînê zinyayê dibin, dûwra kirina wî karê nelê ji meruyan ra dibe ‘adet êdî.

Gelî Musulmana!
Xirawî çawa gunehkî mezin e û webalkî giran e herweha jê ra amadekirina zemîn û derfetan jî ew hinde guneh e û webal e. Heq Te’ala di Qur’an a Kerîm da bala me dikişîne ser vê yekê da: “Ew kesên hezdikin di nav bawermendan da fuhşiyatî belavbe, ji wan ra him li vi dunê him li axiretê ‘ezabkî cansoz heye…” (2) ji ber wê qasê ew zinya ku rûmeta meruyan dişkîne û
rêyên digîhînin wê bibin mijarê bernameyê magazînê ew nayê qebûlkirin. Bûyerkî nadir, yan têkilîkî bêrê boy xatirê hin reytîngan di hin bernameyê nava rojê da, di fîlmên sînemayi da yan di rêzefîlman da bi rojan û bi hefteyan hiştina wana di rojevê da; bêperwatî ye. Kesê zinya dikin û yê wî karê wan ê pîs derdixînin ser ekranan yan di medya civakî da parve dikin di wî gunehî da şirîgê hev û din in.

Gelî Musulmana!
Çareya zinyayê zewac e. Zewacekî şer’î, bona merû xwe ji ber xirabiyan bihêwişîne sengerek muhkem e, keleyeke asê ye. Bi angorî fermûdeya Cenabê Pêxember zewac; çav ji heramiyê diparêze û ‘iffetê muhafeze dike. (3) Wekî wer e, hewesa ciwanan bi zewacê bînin, salê wanê zewacê hat bibin alîkarê wan bona ji xwe ra bizewicin. Şert û mercê zewacê zor nekin. Bona ew bêheyatiya ku metirsî ye li ser famîlê ji navê rabe, pirsyariya xwe ya şexsî û civakî û sazûmanî piştgoh mekin. Serî da medya her yek ji me; dewsa wan bernameyê ku nirxên me bin pê dikin da, mînakê hessasiyeta  helal û heramê û famîleya xwedan ‘îffet û namûs derxînin ser ekranan û mecrayên dîjîtal û li wan temaşekin. Bera dawiyê gotina min ev agahdariya Cenabê Pêxember be: “…Mêrkî bi jinek (nemehrem) ra bi tenha serê xwe bimînin; ji wana ê sisiyan her dê şeytan be…” (4)

1 İsra, 17/32.
2 Nûr, 24/19.
3 Bûxarî, Nikâh, 3.
4 Tirmizî, Fiten, 7.

Mela ‘Ebdûsselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *