De kanî lêxe
Kalê bilûrvan
Ji axîna sedsalan
Bi dilê ciwanî
Bi temenê pîrbûyî
Tilyên maşikî
Lêvên lerizandî
Û ji gûrahîya dilê derizandî
Bila axîn û kovaniya ji kûrahiya dilê te
Der bike avzênkên çavên me
Rabûrdûyên xwe yên nazik û letîf
Di bala xwe da bîne
Û rabirdûyên wendayî
Bê xwedî
Ser bi xwelî
Mîna bûkên reşgirêdayî
Bîne bar çavên me
Reng û rûyê gul û gihayan
Xûşe xûşa ava çem û kanîya
Dikerîneka gûhên me de,
Bike xuşe xuş
Bêhna gûl û çîçeka
Me serxweş ke
Bila laş û bedenên me
Di nava qirêja bajara de be
Û bi rih u giyana xwe
Em dinava çîya û zozana de biçin
De lê bide kalê bilûrvan
Lê bide.
Ta ku darê bilûra te ji hev bi perçive
NÎŞE: Nazîreyek ji bo helbesta Bilûra Min a mamoste Mir Celadet Bedîxan
ŞOREŞÊ XURSÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…