Xutbe I Zikat û Înfaq: Pira Biratiya Îslamê ne

Dirok: 14.03.2025

Gelî Musulmana!

Ayeta mi li jor xwand têda Xwedê Te’ala difermê: “Rehmeta min her tişt hildaye bergeha xwe da. Ewê teqwadar bin, zikata xwe bidin û ewê bi ayetê min baweriyê bînin ezê rehmeta xwe li wan bikim”.[1]

Hedîsa ku mi xwand têda Cenabê Pêxember –s.x.l- difermê: “Xweda, bes bona malê we yê mayi xweş bike zikat ferz kiriye.”[2]

Gelî Musulmana!

Yê va kaînata serteser afirandiye û wê bi rêva dibe her Xwedayê jorîn e. Ew e xwedanê malîkû’l-mûlk e, xwedanê mûlk ê rastî her ew e. Yê însan afirandiye, bona îmtihanê şandiye vê dunê û bêhîsab nî’met danê her ew e. Ya ji însan tê payinê ew e ku jiyanek bi angorî xaya afirinîşa xwe biajo, ji perwerdîgarê xwe ra serî daîne, ji dil û can jê ra bendetiyê bike, rîayeta ferman û qedexeyên wî bike, ew hinde nî’metê danê şukra wan eda bike.

Gelî Musulmana!

Her nî’meta ku Xwedê daye me şukrek xwe ya teybetî heye. Şukra nî’metê zengîniyê jî dayina zikatê û sedeqan e, dayina rêya Xwedê da ye. Ew mal û ew serweta ku Xwedê daye me; zikat û înfaq, parvakirina wî ye bi muhtacan ra, miqatebûna li bêkes û li sêwiyan e, sazkirina piran e navbera zengîn û xizanan da, safîkirina mal e ji heqê muhtacan daku bereket bikeviyê, merhemet e, dilbêşî ye, vemirandina agirê neyariyê û çavnebariyê ye, dûrketina ji nexweşiya çikotiyê, gîhîştina fezîleta camêriyê ye, rehabûna ji girdaba çavbirçîtî, qenaetkarî û xemxwuriya evdan e. We’l-Hasil zikat û înfaq ew e ji xwediyê mal ê heqîqî haydarbî, wî ji bîr nekî, şi’ûra bendetiyê timî bi te ra zindî bimîne.

Gelî Musulmana!

Kesê xwedan îman ew in ku kitêva Xwedê dixwûnin û li pey sûnneta qasidê wî dehrin, heyinê da û tengaviyê da, şev-ro ji malê xwe rêya Xwedê da didin.[3] Malê xwe bi keda helal bi destdixin, gava zikatê didin xêra wê bes ji Xwedê hîvî dikin, dibin talibê raza ayeta hanê ku difermê: “Hûn heyanî ji tiştê jê hezdikin rêya Xwedê da xerc nekin nagîhîjin (merteba) qenciyê.”[4] Dizanin ku, bi sedeqê mal kêm nabe, dema tengasiyê da destê xêrê dirêjî muhtacan bikin ew dibe zewada wana axiretê, ji malê rind xêrê dikin, pê bawer in ku serweta wan a birra ewa li dunê ji xwe ra xerc kirine nine; belkî ewa ku ji bona warê axiretê serf kirine ew e.

Gelî Musulmana!

Bi vê fermana îlahî bigrin “Rêya Xwedê da xerckin; xwe bi destê xwe nevêjin nav metirsiyê.”[5] Bi wan xêrê ku dikin xwe ji metirsiya dunê û axiretê biparêzin. Bi zikat û fitr û sedeqa xwe va, sêwîkî rûgeş bikin, dilê bêçarekî xweşbikin. Bibin merhema birînkî daku pê naîlê hedar û aramê bin. Vê yekê bizanibin gava ji ‘işq û riza xwe bidin tê wê me’nê deriyê şukrê va derbasbûne, wê yek nî’metek bibe hezar. Ji bîr nekin dayin jî ûsûl û adabê xwe, exlaqik xwe heye; ew serweta ku emaneta Xwedê ye li cem me gava me jê înfaqkir nekin serevda seriyan, dilê feqîran nehêlin, wê xetayê nekin.

Gelî Musulmana!

Li welatê me gelek weqf û komeleyên xêrxwaziyê hene, bi salan e fitr û zikatê we, sedeqe û xêrê we digîhînin destê muhtacan. Bi vê mûnasebetê va ewê ji berê da bûne wesîl e bona rindî li rûyê zemîn bibe desthilat wan bi minnet û bi rehmet yad dikim.   

[1] A’râf, 7/156.

[2] Ebû Dâvûd, Zekât, 32.

[3] Bakara, 2/274; Âl-i İmrân, 3/134.

[4] Âl-i İmran, 3/92.

[5] Bakara, 2/195.

Mela ‘Ebdûsselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *