Xutbe I Hemî Tişt Ji Xwedê Xeber Didin

Dîrok: 02.01.2026

Gelî Musulmana!

Kesê bi çavê ‘ibretê li dora xwe mêzeke, tê digîhîjê biweku Afirînerek heye her tişt ji tuneyiyê afirandiye, şekil dayiyê û birêva dibe. Ew gerstêrkên ji gerîngeha/medara xwe hîç averê nabin hey wisa dikişin diçin, ew tava rûyê zemîn ronî dike, ew hîv û stêrkên notanî çira şevê dixemilînin, tu dibê qayê bang dikin dibên: Xwedayê xwe ji bîr neke!’ Dunya  hana ku her koşe û kuncikê wê bi hîkmetê va hatiye neqişandin, gazî me dike balî Xwedakî bi tenê va. Qur’an a Pîroz bi van pirsê hanê va ku dipirse: “Ew mêze nakin; hela asîman çawa hatiye bilindkirin, çiya çer hatine daçikandin, rûyê zemîn çito hatiye raxistin?”[1] me vedixwîne balî biponijandinê va.

Gelî Musulmana!

Sedemê seretayî yê ku merûyan bextreş dike xwedênenasî ye. Lewra xwedênenasî, jiyanê di çavê merûyan da bê me’ne dike, merûyan tenê dixîne, dibe sedemê ku di merûyan da hessasiyeta pirsyariyê wenda be.

İmane ew gewhera ba Xwedê! çi mezin e…

Dilê jengar ê bêîman di qefsîngê da bar e

Lê baweriya bi hebûna afirînerekî/xaliqekî, zanîna biwekî ew timî bi meriv ra ye aram û hedar û emniyetê dide dilan; merûyan ji taritiya bê me’netiyê reha dike. Ayeta hanê ku difermê: “…Kî bi Xwedê baweriyê bîne, Xwedê dilê wî tîne ser rêka rast. Xwedê zanayê bi her tiştî ye.”[2] îşaretî vê yekê dike.

Gelî Musulmana!

Bersivê pirsên di heqê jiyanê da bi înkara Heq Te’ala va nayên peydakirin. Bê wehya îlahî em nizanin em ji ku hatine, emê bi kuda herin û em bona çi hatine afirandin? Dunyake ku têda Xwedê tixûbê îta’et û ‘îsyanê daneîne emê tam nizanibin ka çi baş, çi nebaş e.

Gelî Musulmana!

Xwedê Te’ala sebebê tu xirabikî li rûyê zemîn diqewime nîne. Xwedê li bendeyê xwe pir rehîmdar e. Xwedê qenciya însanan dixwaze. Tu carî razî nabe xirabiyê bikin, bikevin nav zulmê da. Digel vî halî jî kesê li pey nefsa xwe çûne, li dûv arezûyê xwe bazdane, ji berê da bûne sedemê zulm û zordestiyê. Qur’ana Pîroz îşaretî vê rastiyê dike û ewha difermê: “Xwedê zulmê li bendeyan nake, lê merû bi xwe zulmê li xwe dikin.”[3]

Gelî Musulmana!

Xweda yê ku; bona me pêxember verêkirine û bi wan ra wehya xwe hinartiye, da ku mizgîniyê bidin çakan û nebaşan jî hişyar bikin bi wê yekê va lutf û keremek mezin li bendeyên xwe kiriye. Ew pirtûkên/kitêbên îlahî yên ku her yek jê rêberê rêka rast in û heq û neheq, rast û nerast ji hev didin venasînê daxistine pê hedar û bextyariya mirovan xwastiye. Cenabê Pêxember Mûhemmed Mûstefa û Qur’an a Pîroz a ku jê ra hinartiye pê xeleka dawîn a wê zîncîre ya îlahî gîhandiye kemalê. Warê axiretê afirandiye; îrada wî pê ew bûye ku her xwedan heq heqê xwe bistîne, yê îmandar û yê bêîman ji hev veqetîne.   

Gelî Musulmana!

İro, pirsyariya/mesûliyeta me ew e; kesên di girdaba bêîmaniyê da li ber xeniqandinê ne dilê xwe li ber wan vekin, wan bigîhînin peyamên îlahî; bikoşînin da ku wê tîhniya ciwanan a di qada baweriyê da ji çavkaniya sûnneta Cenabê Pêxember hildin û bişkînin; bi zar û zimankî şîrin û bi rûkî geş hezkirina Xwedê li dilê zarûyê xwe bineqişînin; vê şîreta Cenabê Pêxember ku difermê: “Wekî ku Xweda yê Jorîn bi xêra te yekî bîne ser rê ya rast, ew ji te ra ji hemî tiştên ku tav lê dertê û tehre avan çêtir e.”[4] ji xwe ra bixin rêber. 

[1] Ğaşiye, 88/18-20.

[2] Teğabûn, 64/11.

[3] Yûnûs, 10/44.

[4] Teberanî, el-Mû’cemû’l-Kebîr, I, 315.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *