Xîtaba Biraziyê Seîdê Kurdî Li Gelê Kurd

Bediüzzaman’ın Yeğeninden Kürtlere Asırlık Mesaj: ‘Gayretli Olun, Ümitsiz Olmayın (1)

Ev nivîsa ku li jêr em dê biweşînin ya Ebdurrehman Núrsi (1903-1928) ye. Nivîskar biraziyê Seîdê Nûrsî ye. Ev nivîsa wî di hijmara şeşan ya kovara Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê derdiket (2) de hatiye weşandin (r. 68). Nivîs ji du beşan pêk hatiye, lê sernavê wê yek e. Beşa yekem pex- şan e, ya duyem jî helbest e. Ji ber ku kovara Kurdistanê di sala 1919an de hatiye weşandin, derdikeve holê ku Nûrsî di 16 saliya xwe de ev nivîs û helbest nivîsandine. Ev helbest li ser terzê helbesta klasîk bi kêşa erûzê bi qalibê “Fa’ilatun Fa’ilatun Fa’ilatun Fa’ilun” hatiye nivîsandin. Helbest ji aliyê ruxsarî (erûz û qafiye) ve pir bi hêz e. Dema em bifikirin ku Nûrsî ev helbest di şazdehsaliya xwe de nivîsandiye, hêza wi ya helbestvaniyê jî derdive holê. Lê mixabin em ji helbestên wî yên dî ne agahdar in. Ji ber girîngiya wê, em dê li jêr vê nivîs û helbesta ku bi qeneeta me yekem car e tê weşandin latînîze bikin.

XÎRET BIKIN, MEYÛS NEBIN

Di vê herba umûmî de, ji herkesi xudan-zerertir em in. Em perişan, sergerdan bûn. Mal (û) mulkêt me ji destê me çû. Digel wê qasê kes li me nabite xwoyî û merhemeta kesî bi me naêt. Madem ku we ye divê em bi xwe li xwe bibine xwoyî û di nav xwo de jî îttihad bikin. Qe nebit ji emsalê xwo paş ve nemînin. Me’lûmê we ye îro herkes ji bo milletê xwo dixebite. Lazim e em ji xelqê zehftir bixebitin, xîret bikin, de wekû çarek (û) riyekê ji bo xwe bibînin. Divê em her yek xwe ji ya dî mezintir nezanin û em hemî Kurd lazim e bihev re merbût bin ku tu kes û tu hîle me ji hev nekit. Hingav dê serfirazî bibûrînin û meqsûda me jî bihewlillah dê hasil bit.

 

Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin

Nav xo de çendek mirar, pîsan ji nav xo dûr bikin

 

Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin

Lewre ye’s dujmanê xedar e bi hîlê wer nebin

 

Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan

Darê ku nîne di nav kund jî di şûna bulbulan

 

Hûn hişar bin ey bira meydane xalî kes niye

Hûn nekin sistahî lewra ger şecaet me heye

 

Em mehû bûn em zelîl bûn em perişan halibûn

Em li xwo nebne xweyî dê daîma d’ vî halî bin

 

Îde ye îro ji bo me ger terîqê em bizanin

Lazim e em ittihad kin muttefiq bin ser zemin

 

Da wekû d’ vê firsetê de îstîfadek em bikin

Milletê xo yan jî milliyetê em hişyar bikin

 

Hûn bikin mêze li xelqê xelq çi awayî dikin

Hem ji bo millet ji bo dînê xwo ew xidmet dikin

 

Meznekî j’ bo xwo bizanin em hemî pey ve biçin

Şaş nekin da ku rêya xwo em di newmê de neçin

 

Hûn dizanin vê hewa newmê de em xafil bibin

Piştî nehwêd salê dî paşê dibe hişyar dibin

Ebdurrehman Nûrsî

 

1. Ev nivîsa me di tarixa 27.03.2012an de di malpera www.ilkehaber.comê de bi navê Reşad Cûdî hatiye weşandin.

2. Govari Kurdistan 1919-1920 Estenbol (Amadekar: Ferhad Pirbal, b.c., b.t.,r 93.

✍️ Reşad Adak ev nivîsa amade kiriye

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *