Weqfa Mezopotamya Kursa Folklora Kurdî (Kurmancî) ya 5an Dest pê dike

Weqfa Mezopotamya vê havînê li Wanê li ser folklora kurdî, li ser rê û rêbazên berhevkarîyê kurseka bisertîfîka û rûbirû li dar bixin. Kurs dê şeş rojan berdewam bike û di navbera dîroka 18.07.2023 û 23.07.2023an da pêk bê. Ders, her roj dê saet di 9.00ê (b.n) da dest pê bikin. Kurs bi 20 kesan sînorkirî ye.

Armanca qursê ji vê kursê ew e ku, ji bo kesên ku dixwazin li ser folklorê bixebitin re bibin alîkar û rê û rêbazên zanistî yên berhevkarîyê bidin wan. Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku serî lê didin jî divê dîyalekteka kurdî baş bizanin. Herweha divê bi xwendin û nivîsîna zimanê xwe jî bizanin.

Xalên Giring ji bo Serlêdanê:

1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtîya xwe çêbikin. Ji bo qeyda endamtîyê lînka jêrîn bitikînin.

Lînk:  http://online.wmezopotamyaye.org/

2. Serlêdan dê heta 26.06.2023an bên qebûlkirin.

3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê di 10.07.2023an da bên dîyarkirin. Ders dê di 18.07.2023an da dest pê bikin.

4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.

5. Kurs bê pere ye.

Têkilî

WhatsApp: 090 (549) 440 2220

(Ders dê rûbirû bên dayîn)

Bernameya Kursê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Nivîskar Faîk Ocal pirtûka xwe ya nû ya Kurdî ya bi navê “Çîrokên Axa Min” çap kir.

  Ev pirtûk ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin û edîtoriya wê Îsmaîl Dîndar kiriye. Pirtûk ji 60 kurteçîrokan pêk tê. Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di vê berhemê de xwendevanan dibe herêma xwe. Di çîrokan de çanda Semsûrê, jiyana eşîra Kosan, xwezaya Çiyayê Spî, kevneşopî, folklor û bîranînên herêmê cih digirin. Di çîrokên “Xweziyên Çiyayê Spî”, “Rêwiyê Çiyayê Spî” û “Hevalê Çiyayê Spî” de Çiyayê Spî derdikeve pêş. Her wiha çîrokên “Giloka Ferêt”, “Pîj”, “Kirkît” û “Teşirêse” çand û mîrata Semsûrê nîşan didin. Ocal tiştên ku li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî dîtine û jiyane, di forma kurteçîrokan de vegotine. Di her çîrokê de bîranîn, hest û êşeke mirovî heye. Taybetiyeke din jî ev e ku hemû çîrok li gorî devoka Kurmanciya Semsûrê hatine nivîsandin. Pirtûkên Kurdî yên Faîk Ocal ev in: 101 Romanên Kurdî (Cilda 1, 2022) 101 Romanên Kurdî (Cilda 2, 2024) 101 Çîrokên Kurdî (2024) Asmîn (2025) 4 Başar 45 Çîrok (2026) Çîrokên Axa Min (2026)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *