Gur û berx

Herkî bi hêz e ezbenî, ev e mafdar
Ger bawer nekî bibe li vê çîrokê guhdar

Rojekê berxekê av vedixwar
Ji aveke pak û zelal ji rûbar.
Gurekê birçî ji jor ve ew dîtî ye
Zû bi zû bi aliyê wê ve daketî ye
Diyar bû ku li pey nêçîrê bû ye

Gotîye:
– hey pîsa gemar!
Tu yî şêlû dikî ava min,
Qey tu natirsî ji xezeba min?
– Tobe ezbenî, gotiye berxikê.
Ez li ku me, tu li ku yî,
Ezê çawa bikim ava te şêlûyî,
Ka binêr e, ez li jêr im tu li jor,
Ma av qet diherike berjor!?
Enîya xwe qurmiçandiye gurê dirrinde

Gotîye:
– Dev ji gotinên beredayî berde!
Ne tenê eve ye ya te li min kirî ye,
Dijûnên te yên par jî min ne jibîr kirî ye.
Gotîye berxikê bi behitîn û pir şaşmayî:
-Çawa dibe, par ez hîşta ne hatî bûm dinyayê,
Ma tu nabînî ez berxikek ber şîr im,
Ji wê yeka tu dibêjî pir dûr im.
– Tu nebî jî birayê te bû ye
– Ezbenî birayê min tune ye
– Wê gavê yekî ji kerîyê we bû ye,

Hemû karê we zimandirêjî û lewçeyî ye.
Hûn tev bi şivan û seyên xwe ve daîma,
li min dikin xeybet û loma.
Ez ji vê yekê hemû agahdar im,
Ez dê we têk bibim hindî bikarim.
Gur xwe avête ser berxa reben
Ew girt û bi aliyê daristanê ve bir,
Û li wê derê,
Ji xwe re kêf û zîyafetek kir..

Werger ji La Fontaine: Muxlis Gerdî
Wergêr: Muhlis Sönmez. 1999ê li Şemzînan ji dayîk buye. Li Zanîngeya Marmara beşa îlahiyatê
xwendiye û niha Li Zanîngeya Istanbul Medenîyetê li ser felsefeya Îslamê masterê dike.

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply