Welatê Me – Stranê Zarokan

Welatê me bi deşt û zozan e

Havîn bihar her demê pir xweş e

Her çax û deman kar û xebat e

Werin birano! destê bigirin

Çi xweş e gund û bajarê me

Hanê, Silêmanî, Dêrsim, Kerkûk

Behra Wanê Çemê Firat û Dîcle

Çi qas xweş e welatê me

Behra Wanê Çemê Firat û Dîcle

Çi qas xweş e welatê me

Dibitin berf bariye

Mirov li çol û gunda man in

Lê lê bin berfê gulik vekirin

Çiyayê xweşiya xwe belav kirin

Dengê bilûra şivan tê xweş e

Ber stanekê kêf xweş kirin

Dengê ji Kurda pir bi dengîn

Kul û derdê me tîne ziman

Dengê ji Kurda pir bi dengîn

Kul û derdê me tîne ziman

Bakûr û başûr, rojava, rojhilat

Çar aliyê welatê me xweş e

Baxçê Entebê baxê Elezê (Elezîz)

Deşta Muşê çi xweş e welatê me

Soranî Goranî kurmancî Dimilî

Ew dewlemendiya zimanê me ye

Werin em siran bêjin birayê delal

Bi hemû zimanê li ser dinê

Werin em siran bêjin birayê delal

Bi hemû zimanê li ser dinê

19/11/2014

Necmettîn KEVE

Kurtdiliedebiyati.com

Etîket: Jiyan, Malbat, stran, Zarok

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Bandora hişê çêkirî li ser perwerdehî û mamosteyan

Xalên Pedagojîk ên Girîng

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle