Tîkegoşt

Tîkegoşt ji goştê tîkekirî re dibêjin. Têgîneke pêjgeha Kurd e. Di terîfeyên xwarinan de tê bikaranîn. Tîke herwiha kevirê hûrîk ê pîvanê ye ku hostayên dîwarê bikartînin. Bi zimanê gelê cîran Romiyan (tirk) jê re “kuş başi (serê çûkê)” tê gotin.

Tîke, kevirê hûrîk ê hostayê dîwaran bikartînin. Ji bo meyla dîwar rast be kevirekê bi serê bend ve tê girêdan û ji jor ve tê daxistin, bi riya meylê kontrol dikin. Herwiha ji kevirên hûrik ên di nava xerca du keviran de bo keysgirtinê re jî “tîke” tê bikaranîn.

Hostayên dîwaran jî ev nav ji batiyên zarokên lawîn (gun) girtine, lewra ji batiyên lawikan re tîke tê gotin. Ev nav wekî têgînekê derbasê pêjgeha Kurd jî bûye, pirranî bo pîvana goşt tê bikaranîn. Ango divê goşt ne mezin, ne jî biçûk, bi qasî tîkeya hostayên dîwarê, yan batiyên zarokê be.

Ferhengok

Tîke, kevirê pîvanê yê hostayên dîwarê
Tîke , batiyên (gun, gunik, hêlik, hêl) zarokên lawîn
Tîkegoşt, têgîn û pîvana hûrkirina goşt
Tîkekirin, di pîvana tîkeyê de hûrkirin

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

EŞÎRA CELALÎ YAN JÎ CELALÎYAN

Eşîra Celalî : Yek ji eşîrên kurd ên herî mezin û kevnar e, ku bi …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *