Tercîhên Teogê Çawa Tên Kirin? (Pirs û Bersiv)

1.Tabloyên kontenjanên dibistanan wê kengî û di kîjan navnîşanê de werin îlan kirin?

Li gorî tercîhên xwendekaran xwendekarê li dibistanan bên bicihkirin. Tabloyên kontênjanên dibistanan 29ê Hezîranê (Pûşper) wê li ser navnîşana http://e-okul.meb.gov.tr  were îlan kirin.

 

2. Ez çawa dikarim hînî agahiyên di derheqe dibistanê dixwazim tercîh bikim de bibim. (zimanê biyanî, rewşa pansîyonê, maweya (dem) perwerdehî û hîndekariyê, bêş/şax…)

Hûn dikarin agahiyên di derbarê dibistanan de 29ê Hezîranê (Pûşper) li ser navnîşana http://e-okul.meb.gov.tr û ji malperên dibistanan yên înternetê (yên fermî) bidest bixin.

 

3. Ez dikarim ji kû derê bangewaziyên di derheqê tercîh û bicihkirinan de bişopîn im?

Hûn dikarin hemû bangewaziyên di derheqê tercîh û bicihkirinan de li ser navnîşana http://www.meb.gov.tr  bidest bixin.

Hûn dikarin ji hemû rêveberiyên dibistanên navîn di derheqê Kar û kiryarên di vê pêvajoyê de hewceye werin kirin de agahiyan bistînin.

 

4.Puanên xwendekaran yên bicihkirinê de esas were girtin (YEP) wê kengî û ji kîjan navnîşanê were îlan kirin?

Puanên xwendekaran yên bicihkirinê de esas werin girtin wê 29ê Hezîranê (Pûşper) (2016) li ser navnîşana http://e-okul.meb.gov.tr  were îlan kirin.

 

5.Kar û kiryarên tercîhan yên ji bo bicihkirinan wê kengî û ji kîjan navnîşanê werin kirin.

Hûnê dikaribin tercîhên ji bo bicihkirinê ji 15ê Tîrmehê (2016)  heyya 25ê Tîrmehê (2016) saet 17:00’an li ser navnîşana http://e-okul.meb.gov.tr li dibistana xwe (dibistaneke din jî dibe) bikin.

 

6.Xwendekarê bixwazê tercîhên xwe şexsî (bi serê xwe) li malê bike wê çi bike?

Xwendekar Ji bo kar û kiryarên bicihkirinê dikarin tercîhên xwe li malê li ser navnîşana http://e-okul.meb.gov.tr bikin.  Ji bo hûn dikaribin tercîhan bikin di vê ekrana vebê de hûnê butona  kiryarên tercîhan hilbijêrin. Dûv re hûnê butona “ez dixwazim tercîhê bikim” (TERCÎH YAPMAK ÎSTÎYORUM) hilbijêrin. Hûnê tercîhên xwe li gorî xwestin û puanên xwe (YEP) bikin.

Piştî we tercîh kirin hûnê herin dibistana xwe (dibistaneke din jî dibe) û  tercîhên xwe bi gerînendetiya (rêveberî) dibistanê li ser înternetê (di nêvenga elektronîk de) bidin erê kirin (pêjirandin). Dema hûn herin dibistanê dive bavê we an dayîka we an jî weliyê we bi were dibistanê ji bo tercîhên we destnîşan (îmze) bike.  (Bi kurtasî piştî we tercîhê xwe li malê kirin hûnê bi weliyê xwe re herin dibistana xwe. Ewê ji we re bibin alîkar.)

 

7.NÎŞEYEK GIRÎNG: heke hûn tercîhen xwe li dibistanê li ser înternetê erê nekin (ne pêjirênin) weke we tercîh nekiribe. Tercîhên we li ber ba diçin û hûnê nikaribin herin lîseyê.

 

8.Xwendekarên tercîhên xwe şexsî (bi serê xwe) nekin wê çi bikin?

Xwendekarên nizanibin tercîhên xwe şexsî (bi serê xwe) bikin an jî ev îmkana wan nebe wê herin dibistana xwe. (dibistaneke din jî dibe). Dibistana we wê formeke ji bo hûn tercîhê xwe tê de binivîsîn bide we. Hûnê wê formê dagirin û bavê we an jî diya we (weliyê we) wê destnîşan (îmze) bike û hûnê wê formê teslîmî dibistanê bikin. Dibistana we li gorî vê formê wê tercîhên we li ser navê we bike û wê du nusxeya ji ser înternetê bistîne. Weliyê we dive van her du nusxeyan jî destnîşan  (îmze) bike. Dibistanê  nusxeyeke tercîhan wê bide we.

 

9.Heke hûn bixwazin tercîhên xwe sererast bikin an jî biguherin Heyya kengî hûn dikarin sererast bikin an biguherin?

Heke hûn bixwazin tercîhên xwe sererast bikin an jî biguherin, berî ku gerînendetiya (reveberî) dibistanê di nêvenga elektronîk de (li ser înternetê) tercîhên we erê bike (bipêjirîne) dive hûn tercîhên xwe sererast bikin an jî biguherin. Piştî dibistanê tercîh erê kirin (pêjirandin) edî nayên sererast kirin û guhertin.

 

10.Dema xwendekar lîsteya tercîhan amade bikin dive hay ji çi hebin?

Dema lîsteya tercîhan were amade kirin dive  xwendekar hay ji qoda dibistana a tercîhan, cihê xwe yê di nav xwendakarên ketin azmûnê de (qismê ji sedî/yûzdelik dilim), qismê sedaneya (yûzdelik dilim) ku ew dibistan di navdeye di tabloya kontenjanan de diyar kirin, puanên bicihkirinê de esas were girtin hebin. Û bi taybetî dive xwendekar li ser kontenjanên dibistanan û agahiyên di derbarê wan de lêkolinê bikin.

 

11.Encamên bicihkirinê wê kengî û ji kîjan navnîşanê were îlan kirin?

Xwendekarê Encamên bicihkirinê ji navnîşanên http://e-okul.meb.gov.tr û http://www.meb.gov.tr  hîn bibin. Xwendekarê encama bi jimareya nasnameya xwe (T.C kîmlîk no) û jimareya xwe a dibistanê hîn bibin.

 

12.Xwendekarê çawa qeyda xwe li dibistana qezenç kirin çêkin?

Di encama bicihkirinan de xwendekarê ji aliyê sîstemê ve bi awayekî otomatîk li dibistana qezenc kirin wê werin qeyd kirin. Hewce nake xwendekar ji bo xwe qeyd bikin tiştekî bikin. (nîşe: Rewşa xwendekarên tu dibistan qezenc nekiribin cuda ye.)

Çavkanî: http://www.kamuhabermerkezi.com/teog-tercihlerinde-dikkat-edilmesi-gerekenler-19350h.htm

 

CEMAL ŞINGAR

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply