Bi saya telefonên aqildar mirov dikare çavdêriya tenduristiya xwe baştir pêk bîne.
Li ser platformên Andoid û IOS’ê bi sedan sepan (app) ên ji bo tenduristiyê hene û gellek sepanên ji bo hesibandina gavan hene.
Ji wan sepanan sepana ku herî zêde balê dikşîne Google Fit e.
Yên ku hesabên wan ên Google hene dikarin bi sepana Google Fit him jî telefona xwe, him ji saetên xwe yên aqildar gavên ku di nava rojê de diavêjin bidin hejmartin.
Ger wiha ji malpera fit.google.com ku dikarin gavên xwe (meş, bazdan an jî ajotina bisîkletê) ji ser kompîterê jî bi hêsanî bişopînin.
Hûn dikarin Google Fit ji Google Play‘ê daxin telefona xwe.