TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID

Android ji bo telefonên destan pergala xebatê ye. Android bi temamî bi kodên vekirî û li ser bingeha pergala LINUX’ê hatiye sazkirin û pêşxistin. Ji ber ku LINUX pergaleke bêpere ye û mafê telîfê naxwaze, ev bêperebûn û belaşî bala şirketan kişandiye. Androida ewil bi zimanê JAVA’yê tê nivîsandin û kontrolkirin.

Ev pergala xebatê ji aliyê şirketa Google û Handset Allience ve ji bo PDA û telefonên destan (cêb) hatiye çêkirin û amadekirin. Google di sala 2005’an de şirketa Android Inc.’ê dikire û şirketeke nû ya bi navê PALTO ALTO’yê saz dike. GOOGLE ji bo pêşxistina pergala ANDROID’ê bi bernamenûsên wekî Andy Rubin (Damezrînerê şirketa DANGER e), Rich Miner (Damezrinerê şirketa WILDFIRE e), Nick Sears û Chris White (BERNAMENÛS) re peymaneke berfireh îmze dike û bi wan re ji bo çêkirin û pêşxistina pergala Android’ê bi salan e xebatan çêdike.

 

Şirketên wekî Samsung, HTC, Motorola, LG, Sony Ericsson û Huaweyî di telefonên xwe de pergala ANDROID’ê bi kar tînin. Ev teknolojî û sepana nû roj bi roj mezintir dibe. Di roja me de nêzîkî 300 cîhazan de ew sepan tê bikaranîn.

 

Android di nava xwe de ji 250 hezarî zêdetir sepanên kêrhatî û cuda dihewîne. Ji bo daxistina sepanên Androidî divê hûn marketa Androidê bi kar bînin.

 

Hûn dikarin bi Androîd’ê kiryar û peywirên pirî (multitasking), tikandinên pirî (multitouch) pêk bînin. Taybetiya herî baş ew e ku ev PERGAL desteka FLASH’ê jî dihewîne.

 

Taybetiyên din jî ew in:

 

Xêzkirina Handsetê : Hûn dikarin bi saya vê taybetiyê grafîkên 2D, kiryarên VGA Û OpenGL ES’yê bi kar bînin.

 

Depokirin: Ev taybetî bi bikaranîna kiryara SQLite’ê agahiyan berhev dike û bi kar tîne.

 

Peyamşandin: Em bi saya vê taybetiyê hem SMS û hem jî MMS dişînin.

 

Gerokên WEB’ê: Gerokên Android’ê li ser bingeha WebKit application framework’ê û bi kodên vekirî hatine sazkirin. Telefonan bi saya vê taybetiyê bi gerokekê girêdayî înternetê dibin.

 

Desteka Medyayê: Androidan formatên deng û vîdeoyan destek dikin. Formatên sereke yên destekkirî ew in: MPEG-4, MP4, H.264, MP3, AAC, AMR, JPEG, PNG, GIF…

 

Hûn vîdeo, muzîk û wêneyên xwe bi saya vê taybetiyê bi kar tînin.

 

ÇEND GUHERTO (VERSIYONÊN) ANDROIDAN…

 

Çend guhertoyên ku heta niha derketine piyaseyê bi dîroka weşanê û platformên xebatê ve li jêr hatine rêzkirin.

 

GUHERTO

 

Guherto

 

 

Nav

 

 

Dîroka Weşanê

 

 

Platforma Xebatê

1.1

 

     First

 

    9 Sibat 2009

 

       Telefonên Destan

 

1.5 Cupcake 30 Avrêl 2009 Telefonên Destan
1.6

 

Donut

 

15 Îlon 2009

 

Telefonên Destan

 

2.0/2.1

 

Eclair

 

26 Cotmeh 2009

 

Telefonên Destan

 

2.2 Froyo 20 Gulan 2010 Telefonên Destan
 

2.3

 

GingerBread

 

6 Berfanbar 2010

 

Telefonên Destan

 

3.0/3.1/3.2

 

Honeycomb

 

Sibat 2011

 

Telefonên Destan

4.0 İcre Cream

 

Sandwich

 

Avrêl 2011

 

Telefonên Destan û Kompîturên Tablet

 

 

Em dibînin ku ev teknolojiya nû pir zû pêş dikeve û mezin dibe. Divê em Kurd jî ji niha ve pergala Android’ê nas bikin û pê mijûl bibin. Ya baştir ew e ku pergal û sepanên Android’ê bi kodên vekirî û li ser bingeha LINUX’ê ye. Yanî herkes dikare sepaneke Androîdî çêke an jî pergala Androidê li gorî ziman û armanca xwe  biguherîne, çêke û pêş bixe. Kurdno pergala Androidê li benda we.

 

Occo Mahabad

Derbar ziman

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply