Tag Archives: zanist

Werger û Wate

“Werger û Wate – Lêkolîneke Watesazî”, navnîşana nameyeke masterê ye ku Perwîn Osman di sala 2008an de pêşkêşî Fakulteya Ziman a Zanîngeha Koyê li Başûrê Kurdistanê kir. Lêkolînvana Kurd Perwîn Osman asta watesazî di karê wergerê de kiriye hîm û binemaya karê xwe. Naveroka lêkolînê çand û zimanê rojane û …

Read More »

Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.1ê Weşiya

Bo WordPress 5.1 guhertoya ceribandinê amade ye! Dema weşandina WordPress 5.1 nêzîk dibe. Di vê rewşê de ev guhertoya ceribandinê gaveke girîng e. Guhertoya ceribandinê bo bikaranînê amadeye. Lê ji ber ku WordPress bi milyonan tema û pêvekan tê bikaranîn, dibe ku hin tişt kêm ma bin. Tê plankirin WordPress …

Read More »

Ka karevîn (elektrîk) ji ku tê?

Pêşî em bêjin karevîn (yan jî kahreba, kehreb, elektrîk) çiye? Karevîn cûrek enerjiyê ye ku bi lebata elektronan pêk tê. Hilberandin, ragihandin û hîserkirina wê gelek asan û karîger e. Jiber vê jî li her hêlên cîhanê bi berfirehî bikar tê anîn. Wek me got li cîhanê karevîn, enerjiya herî …

Read More »

Sînema Kurdî, berxwedana nermîn…

Huner neynika civakan e, sînema jî yek ji hunerên nûjen e, ku dîrok, şaristanî û taybetmendiyên gelan tomar û belge dike, ji nifşekî bo yekî din vediguhêze. Ji dayik bûna sînamayê vedigere dawiya sedsala 19an, dema ku herdû bira (Ocêst û Lwîs) Lomyêr makîneyek şanîdana wêneyên livgir dahênan kirin,  bi …

Read More »

Bagera Zilfê çawa bû biwêj

Belê ez ê behsa çêbûna çend biwêjên li gundê me tenê têne zanîn û sedema derketina wan bikim. Gundek û şênîyên wê bê perwerde û xwendina wêje û ziman bi awayekî sirûştî çawa biwêj çêkirin e? Ma em nabêjin biwêj û gotinên pêşiyan malê gel in em nikarin bêjin filankesî/ê …

Read More »

Ji bo WhatsApp jî kurdî qebûl bike kurdiya wê bikar bînin

Êdî bikarhênerên sepana platforma WhatsAppê dikarin bi kurdî bikar bînin. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsApp wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî daxînin û bikar bînin. Di warê teknolojiyê de pêşketinek din jî li kurdî zêde dibe. Sepana peyamşandinê …

Read More »

Di salnameya kurdî de Çile

Di Salnameya Kurdî de 40 heye û ÇILE heye.  Ev herdu çendî ku ji hevûdu dûrebar bin jî, lê hevbariya wan jî heye. Niha ÇILE, lê nivîsa li pey vê jî wê 40 bête weşandin. Di Salnameyê de, ji xeyn ”40”ê, du çile hene. Yek, di havînê de ye û …

Read More »