Ka karevîn (elektrîk) ji ku tê?

Pêşî em bêjin karevîn (yan jî kahreba, kehreb, elektrîk) çiye? Karevîn cûrek enerjiyê ye ku bi lebata elektronan pêk tê. Hilberandin, ragihandin û hîserkirina wê gelek asan û karîger e. Jiber vê jî li her hêlên cîhanê bi berfirehî bikar tê anîn.

Wek me got li cîhanê karevîn, enerjiya herî belavbûyî ye. Lê ka ji kû tê, çawa tê peyda kirin?

Hêzgehek (1)

Karevîn yan elektrîk li hêzgehan bi guhertina cûreyên enerjiyên din tê peyda kirin. Ji bo vê enerjiyê hin çavkaniyên ku zehf bikar tê anîn sotemeniyên fosîlî ne.

Pompeya petrolê (2)

Bi rêya şewitandinê enerjiya kîmyayî ku di nava van sotemenîyan de veşartiye tê guhertinî tînê(germahî) ew jî bi alîkariya tûrbînan diguhere enerjiya kînetîk û piştî wê jî bi bikaranîna generatoran jî enerjiya karevînê tê peyda kirin. Kurteya sade wiha ye.

Ka em binerin ji çi çavkaniyan ji bo hilberîna karevînê sûd tê girtin.
Rêbazek cûnandina van çavkaniyan li gor asayî yan neasayî bûna wane.

Çavkaniyên asayî ewin ku; ji serdemên kevnar ve mirovan wan ji bo gelek armancan bikar anîne û ji demên ku bikaranîna karevînê hîn nuh destpê dikir ji bo pêkanîna wê bi gelemperî hatine emilandin. Sotemeniyên wekî êzing, rejî (komir), neft (petrol) û sirûştegaz hwd. ku bi şewatê ji tîna wan karevîn bi dest tê xistin. Yek din jî hêza avî ye ku lebata ava çem û şelaleyan tê guhertinî elektrîkê. Çavkaniyên asayî ji bilî hêza avî ve tev ne-venûkerin, ango tê rojek pêşerojê de bi mehin.

Avbendek ku ji bo ji hêza avî hilberandina karevînê bikar tê anîn (3)

Çavkaniyên neasayî li gorî yên asayî ne ji zû de tên emilandin. Ji bilî hêza avî, enerjiyên alternatîv jî tev neasayî ne û piraniya wan venûkerin yanî di pêşeroja nêzîk de xilas nabin.

Ji bo çêtir bê diyarkirin; çavkaniyên enerjiyên alternatîv ji bilî sotemeniyên fosilî, tevahiya çavkaniyanin. Ango hêza avî çavkaniyek alternatîv e lê ji ber ku ji bo hilberandina karevînê di zû de tê emilandin, asayî (konvansîyonel) ye.

Tûrbîna bayî (4)

Me kategorîzasyona çavkaniyên enerjiyê ku jê elektrîk tên peyda kirin, dît. Îja hem çav bidin hinek termên van prosesan.

Tûrbîn: Amûra ku liva herrikîna seyalên wek av, bixar, gaz, hewa û hwd. diwergerîne lebatek zîvirandina dirust û hêza tewereyê pêk tîne.
Generator: Amûra ku ji hêza tewereyê (ji lebata zivirandinê) enerjiya karevînê diafirîne.

Divê we fêm kiribe. Gelemperiya çavkaniyên enerjiyê yan ji herrikîna seyalan ya tevlîhev pêk tên yan jî wê pêk tînin. Ev herrikîn jî bi serê xwe bêkêr e. Divê ev lebata herrikînê pêşî were diristkirin ku generator jê karevîn biafirînin. Ev jî karê tûrbînan e.

Çavkaniyên ku bi saya tûrbînan (bi gotinek din elektromekanîkî) ji wan karevîn tê afirandin evin; sotemeniyên fosîlî, sotemeniyên sentetîk û siruştî, hêza avî, hêza bayî, enerjiya navikî (nukleer), tîna tavê, hêza radanînizmî, hêza erdtînî (germahiya bin erdî) hwd.

Hin xaneyên (pîlên) ronîvoltî yên panelên tavê (5)

Ji bilî vanan hin rêbazên dinê jî hene; wek rasterast guhertina ronahîyê bi bikar anîna xaneyên ronîvoltî, yekser guhertina enerjiya kîmyayî bi rêya pîlan û xaneyên sotemeniyan û veguhandina germahî yê bi rêbaza generatorên tînîkarevînî.

Xaneyek (pîlek) sotemeniyê (6)

Generatorek tînîkarevînî (7)

Lê li cîhanê gelemperiya karevînê bi alîkariya tûrbînan û seyalan tê hilberandin.

Gîhandina Karevînê

Piştî ku karevîn li hêzgehan tê peydakirin divê bi hawakî bigihêje malên me ku em wê bikar bînin. Di vê pêvajoyê de du hengam hene;
Ya pêşî bi rêya xetên ragihîna enerjiyê raguhastina karevînê heta xetên belavkirinê ye. Xetên ragihînê karevîna bi voltaja bilind û navîn, xetên belavkirinê jî ya bi voltaja nizm bar dikin. Xetên ragihîna enerjiyê di navbera hêzgehan û îstasyonên veguhêrîneran de dixebitin.

Hin sitûnên xetên raguhastina enerjiya karevînê (8)

Li Tirkiye yê, karevîna ku li hêzgehan tê peyda kirin ji bo raguhastinê tê bilindkirinî voltajên 380 kV (kîlo Volt) û 154 kV an. Ev karevîna voltaj-bilind bi xetên ragihîna tê raguhastinî navendên veguhêrînerên nav bajaran de ku ji bo berî belavkirinê voltaja wê were kêmkirin. Bi vê kêm kirinê “voltaja navîn” bi dest tê xistin û ev jî li Tirkiye yê bi gelemperî 33 kV, 15 kV yan 6.3 kV e. Lê bikar anîna 15 kV û 6.3 kV an ji ber ku ne pir biriştin hêdî hêdî tê betalkirin.

Veguhêrînerekî voltaj-bilind (9)

Piştî vê jî xetên raguhastinê bi voltaja navîn tên girêdanî tora belavkirinê û livir carekî dinê jî voltaja karevînê tê kêm kirin ku li mal û kargehan bikaribe were bikar anîn. Ji trafoyên (veguhêrîner) belavkirinê jî karevîna ku hatiye daxistinî 400 V yan 231 V an tê gihandinî xaniyên me. Em jî pê kombersên serçok, bihîstok û hêzbarên xwe şarj dikin 🙂

Hin hêzbar li cem kombersa serçok (10)

Ji bo çavkaniyê: berevajî

Hinek din bixwînin:

Wîkîpediya: Elektrîk, Elektron,Baterî, Volt, Xurtanî(Hêz), Reaktora Dendikî Wîkîferheng: Kareba,Enerjiya Kîmyayî, Sotemeniyên Fosîlî

Çavkanî:

Pixabay: [10] [9] [5] [2]
Pexels: [8] [4] [3] [1]
Wikimedia: [7] [6]
Wikipedia: Li Tirkiye yê belavkirina karevînê [TR]

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply