Tag Archives: Wêje

Qîrîna Mirinê

mirin, di hemû zimana de yek wate ye: êş rengê hemû mirinan wek hev e: reş QÎRÎNA MIRINÊ dem dema agir û pet ji pozê dîrokê barût difûrî xwîn diherikî ser kezeba rojê zeman, di dilê xemê de rawestiyabû pênûs û nivîskar kor dinya ker û lal erd û ezman …

Read More »

Dayê Gura Tetê Morî Bir

Di dema berê wexta ku dibû zivistan, jiyan li gundan gelek dijwar dibû. Mirov, pez û dewar tev birçî dibûn. Ji bo vê yekê mirovan zad û xwarinên xwe beriya zivistanê amade dikirin. Ku berf diket, nava gund û bajar dihat birîn. Heke meriv bê xwarin ango bê ard û …

Read More »

Pirsname – Konê Reş

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Konê Reş  – (Bi alikarî ya M.Samî Çinar) ÇANDNAME: 1- Peyva ku herî jê hez dikî? Kone Resh:  Ehmedê Xanî, Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û Barzaniyê Nemir ÇANDNAME: 2- Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Kone Resh: Strana Bavê Seyro, Lawikê Metînî û …

Read More »

Hemû mirov di îmtîhanê de ne

Hemû Însan Di Îmtihanê de ne, Lê Belê Li Kitaba Îmtihanê Bê Xeber in Di Qur’ana pîroz, di sureya Zûmer ayeta 44an de; “Bi rastî Qur’an ji te û qewmê te re şîret e û rûmet e. Hûn ê jê, bêne pirskirin û( îmtihankirin)” Dîsa di sureya Mûlk di ayeta …

Read More »

Fenomenê Vine ya Kurdî Abdullah Koçal roj bi roj navdartir dibe

Xwedî şêwazeke taybet, pêkenok, kurdperwer… Di van rojên hanê de ew fenomenê ku li ser malperên civakî gelek tê ecibandin, Abdullah Koçal nas bikin.  Henekên ‘embesîlyusê qadrolî, ‘em eskerê Xidirê Omerî na!’, ‘serok Koçalan’ û gelekê din, yekem car ji devê wî hat bihîstin. Koçal, di warê vine (kurtevîdeo) de …

Read More »

Çi Qas Xweş e Welatê Me

Welatê me bi deşt û zozan e Havîn bihar her demê pir xweş e Her çax û deman kar û xebat e Werin birano destê bigrin Çi xweş e gund û bajarê me Hanê Silêmanî Dersîm Kerkûk Behra Wanê Çemê Firat û Dîcle Çi qas xweş e welatê me Behra …

Read More »

Heciyê Cindî Nasbikin

Heciyê Cindî di sala 1908 de li Qersê navçeya Dîgorê û gundê Emençayirê tê dinê,ji malbateke êzdî ji dayîk bûye heta sala 1918 zarokatiya wî li Emençayirê derbas bûye. Piştê komkujî û xezebên li ser êzdiyan giran dibin malbata Hecî jî wek malbatên heremê derbasî wî aliyê Erez dibin,di wê …

Read More »

Çîroka Du Boxe û Beqek

Du boxeyê li hev ketibûn, Sedema hevketinê jî çêlekekê dewlemend bû Beqek jî diperpitî, hevalê wî lê pirsî: -“ Ma teşqele ji bo çi ye? Hûn çima bi xem bûn?” Beqa din bersiva pirsê da û got: -“ Ma hûn nabînin? Dema ku ev şer dawî be, yek ji bi …

Read More »