1- “Ximav û xar Lastîk û dar
Tilî lê hewar Li kaxizê bar
Tîpên yar û har
Digirin rêz û tar!
2- “Pir pelên sîs
navê wê lênivîs
Ji bo pênivs
Dikeve kîs!“
3- “Wekî pirpel e
Nivîs lê bel e
Bi bend û bal e
Ji te re heval e!“
4- “Lastikek nerm e
Radike çivê qelem e!“
5 “Ne bi hest û gêjî
Bi pîvan û mêjî
Qelema radihêjî
Ji bo rast be dirêjî!“
Amadekar: Fergîn Melîk Aykoç
Mamosteyezimanekurdi.blogspot
————————————————–
Bersiv: 1- Qelem/Pênûs, 2- Defter/Lênûsk, 3- Pirtûk, 4-Jêbir, 5- Rastkêş