Tu – Helbest

Tu

di şevên kesernak de

kenê li ser lêva min î

tu

di şevên bêdeng

yên sar de germahiya

bedena min î

tu

di dema noqandina

bêwext de parêzvanê

canê min î

tu

dijminê xewnereşkê

henaseya giyanê min î

tu

devilken rûgeş û

sebra dilê min î

tu

taca zêrîn ya

li ser serê min î

tu

çîçeka nazenîn ya

di nav bihuşta min î

tu

di hatineke bi dem de

heycana temenê

min î

tu

Sirûda herî xweş

ya netewa min î…

 

Bawer Agirî

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle