Serokê Nemir Mistefa Barzanî

Di sala 1979’an û di rojekî wekê îroyê de Serokê Nemir Mele Mistefayê Barzanî li Emerîkayê çû ser dilovaniyê xwe.

Serokê Nemir Mele Mistefayê Barzanî (1903-1979) general û rêberekî mezin ê kurd e û damezrênerê PDK’ê ye.

Barzanî, di 14’ê adara sala 1903’yan de li gundê Barzan ji dayik bûye.

Di 1905’an de bi dayika xwe re, ji aliyê Osmaniyan ve tê zîndankirin.

Di sala 1914’an de birayê wî yê mezin Şêx Abdusselam Bazanî ji aliyê Parezgarê Musil Suleyman Nazîfê ve biryara îdamê hate dayîn û hate şehîd kirin.

Barzanî di sala 1931’an de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ahmedê Barzanî di rêberîya şoreşa Kurdistan de li dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bi dest xistina mafên milletê kurd bi şerên dijwar mora xwe lêxist.

Şoreşa ko di sala 1935’an de hatîye vemirandin û Barzanî hatîye nefî kirin bo bajarê Silêmaniyê.

Di sala 1942’an de  Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir.

Di sala 1943’an de li herêma Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir.

Piştî sala 1945’an, diçe Mehabadê û beşdarî damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê diket û wekê wezîrê çengê tê dest nîşan kirin.

Piştî têkçûyîna Komara Mehabadê derbasî Sovyetê dibe.

Mistefa Barzanî, di sala 1958’ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de heta xudmuxtariya 1970’yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.

Di 1975’an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera Kurd dikeve tengasiyê.

Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1’ê adara sala 1979’an de diçe ser dilovaniyê xwe.

Mela Mistefayê Barzanî li Barzan hatiye veşartin.

Rojevakurd

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply