Tag Archives: Wêje

Keçelok û Reqik

Carek ji caran rehmet li dê û babê guhdaran. Hebû tunebû ti kes ji Xwedê mezintir nebû. Demekê li derekê Keçelokek hebû, gelekê feqîr bû. Her roj bi çewka xwe masî digirtin û difirotin. Jiyana wî bi salan welê bi feqîriyê dom kir. Carekê dîsa çûbû masîgirtinê. Vê carê jî …

Read More »

‘Dengbêjî neynika çanda Kurdan e’

Dengbêjên Kurd ên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî bi civaka Kurd re vegotin. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave …

Read More »

Strana Azadiyê

Netirse, ji asoyan nakevê ala sor, Heta ku hebê li welatên min maleke ava. Ev sterka gelê min e, yê biberiqê, Ev a min e, tenê a gelê min e. Ey heyva nazik, gorî te bim, nevegerêne rûyê xwe ji me, Carekê bikene ji gelê min ê egît re, ev …

Read More »

Li Bakur 30 weşanxaneyên Kurdî hene

Nivîskarê Kurd yê Bakurê Kurdistanê Azad Zal derbarê çapkirina pirtûkan ragehan ku 30 weşanxeneyên Kurdî bo çapkirina pirtûkên Kurdî hene, da zanîn ku êdî çapkirin bi hesanî  û serbestî tên kirin. Nivîskar Azad Zal ku ew bi xwe xwediyê weşanxaneya J&J e bo mêvanê bernameya Rojbaş a K24ê û derbarê …

Read More »

Mîrê Tembûrê: M. Arifê Cizîrî

Di sala 1912´an de li Cizîra Botan hat dinê û di 17. 12. 1986´n de li bajarê Dihukê koça dawî kir. Xwediyê dengê germ, dengê çiyayên Botanê bû. 28 sal beriya niha rojeke 17´ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da.  Di dîwana wî de kes nebû ku dengê wî …

Read More »

Jibîrkirin – Majêd a Mihemed

Ev hest ji rûpelên sewdaliyekî  hatine wergirtin, yê ku reway çanda evînê pir cara dixwast bı hêrs biçirînê, û bi ser de bendên dildariyê jî bê fedî binpê bikê: Zagona berdewamiyê tekez dikê Ku dibê ez wek çawa ajel çêlikên xwe bê xemgînî Li çol û baniyan li şûn xwe …

Read More »

Pirsname – Dilyar Amûdî

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Dilyar Amûdî   1.Peyva ku herî jê hez dikî? Dilyar Amûdî: Viyan   2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Dilyar Amûdî: Bêmal dinê ya Nizamettin Ariç   3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Dilyar Amûdî: Ti tiştê pîroz tine lê tiştên azadî pêdiviyeke giring …

Read More »

Rojeke Reş Li Mûhargîn (Meyafarkîn)

Tav hêdî diçû ava, tarî dike erdê Ewr sorbûn te digot xwîn j’wan tê Li bajarê qedîm, bajarê Mûhargîn Ew roj te digot lê bariya bû xwîn Bi hezara term û laşên mirî Belawela bûn, peritî û serjêkirî Dawî hatibû li biratî ya hezar sala Nehiştibûn ti kesekî ji ciwan …

Read More »

Mamik- Tiştonek (9)

Tiştek heye: Heft gira derî, li xwe vegerî. Ew çi ye?(81) Tiştek heye: Dest li quna wî didim, devê wî dilibite. Ew çi ye?(82) Tiştek heye: Ser derzî, stun mazî, ber çeman dike hawar û gazî. Ew çi ye?(83) Tiştek heye: Nerm û germ e, doxînê veke, li ber xwe …

Read More »

Rexneya Çîrokê ‘Pembe’

1-Çîrokek raste rasta rast-teqîn-e. Tu xap- û rîpên çîrokê tune ye.Hevokên wê, ser nîrên nêriti yê- hilorî’y- ava bû ye. Tahmek hişk û zûha dide bin zimanê mere.Fetişizm li zayendê hatiye rûkirin(derpi yê pembe,qazaxê pembe,betani ya pembe,paste ya pembe,piyalên pembe,peçeten pembe…) .Hevokên şayesî, afirandî têde pirr kêm e.Çîrok ji peyvên …

Read More »