Tag Archives: Danasin

Ji weşanxaneya NAyê pirtûkekê nû derket!

Ji weşanxaneya NAyê pirtûkekê derket. Ji 20 Jinan 20 çîrok (Antolojiya Êşên Jinan) Amadekar:Yasemîn Elban Ya ji bo çapê amadekiriye: Melîke Altan Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin …

Read More »

Hejmara nû ya Nûbiharê derket

Hejmara nû ya Kovara Nûbihar ya wêjeyî gihişt ber destên xwendevanên xwe. Nûbihara ku nêzîkî 30 salan e weşana xwe ya kurdî didomîne û di dîroka çand û edebiyata kurdan de xwedîyê cihekî taybet e, bi hejmara xwe ya 157an derket pêşberî xwendevanên xwe. Naveroka vê hejmarê jî ji nivîs …

Read More »

Pirtûkeke Nû: “Palmyra’ya Bedew”

Ev roman li ser evîna nivîskarekî kurd û keçeke çerkez e. Ji weşanxaneya Na yê nû derketiye. Nivîskarê pirtûkê Edebiyatvan û Rexneker Lokman Polat e. Ji pirtûkê; Wesfeke jinên çerkezan jî ev e ku pir rind in û seksî ne. Gelek însanên ji miletên din ji ber rindiya wan bi …

Read More »

Romana “Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî” derket

Romana nivîskar Mihemed Seîd Temel a bi navê “Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî” ya li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî derket. Nivîskar Mihemed Seîd Temel, jiyana Mele Mistefa Barzanî wek roman nivîsand. Romana bi navê “Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî” ku ji 200 rûpelan pêk tê ji Weşanên Nûbiharê derket. Li ser …

Read More »

Nasîna M.Elî Kut û Du Pirtûkên Nû

Hin nivîskar hene ne tenê bi berhemên xwe derdorê ronî dikin, herweha bi germahiya hevokên xwe cemedê jî dihilînin. Yek ji wan M.Elî Kut e ku bi dirêjayiya salan di serma Stockholmê de ji mere dinivîse; serma Skandivyayê germ dike… Min ew di despêka salên 1990î de nas kir. Hîngê …

Read More »

Pirtûkek Nû: Eqîdeya Kurdî

Ev pirtûka bi navê SEBÎLUSSELAMê, di 1967an de ji aliyê bavê min Mele Ebdulah Bîşêrî (1933-2001) ve hatiye nvîsadin. 54 sal piştre ez bi vê pirtûka bavê xwe hesiyam ku wî ev nivîsiye. Roja 31ê Adara 2021ê jî min dest bi veguhaztina tîpên pirtûkê kir. Di vê pirtûka 66 rûpelî …

Read More »

FERHENGA FELSEFÊYÊ DERKET!

Weşanxaneya Nayê dest bi weşandina rêzapirtûkên civaknasî û felsefê kir. Derheqê Pirtûka Ferhenga Felsefeyê wiha ye: Me berê jî ragihandina weşandina rêzepirtûkên Êzdiyatiyê û Avestolojîyê kiribû. Û me heya nih ji wan rêzepirtûkan çend pirtûk çapkirin. Ji rêzepirtûkên civaknasî û felsefêyê berhema ewil  ferhenga felsefê ya civaknasê kurd Alî Gurdilî …

Read More »

Mele Ebdulhadiyê Comanî Kî Ye?

Ev pirtûk di 1963-64an de ji aliyê Mele Ebdulhadiyê Comanî ve hatiye nivîsandin. Seyda Comanî kurê Mele Teyîb e, neviyê Mele Seîd e û di 1917an de li Comaniya Xerzanê hatiye dinyayê. Mele Ebdulhadî xwendina xwe ya medresê li ba dersdarê bi navûdeng Mele Mihyedîn Hawêlî temam kiriye. Piştre li …

Read More »

Ansîklopediya Zarokan

Ev pirtûk wekî ansîklopedî ji bo zarokan hatiye amadekirin. Hûn dikarin bi zarokên xwe bidin xwendin; di vê riyê de jê re bibin alîkar. Dema hûn ser zarokê xwe bisekinin wê demê ya zarokên we jî pêşva herên û pêşeroja me ronahî bikin û geşkin.   Ji bo pirtûkê daxin …

Read More »