Romana “Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî” derket

Romana nivîskar Mihemed Seîd Temel a bi navê “Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî” ya li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî derket.

Nivîskar Mihemed Seîd Temel, jiyana Mele Mistefa Barzanî wek roman nivîsand. Romana bi navê “Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî” ku ji 200 rûpelan pêk tê ji Weşanên Nûbiharê derket.

Li ser berga pirtûkê ya piştê li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî bi kurtî wiha hatiye nivîsandin:

“Mistefa Barzanî di zindanê de çavên xwe li jiyanê vekirine. Jiyana wî bi giştî li ser çiya derbas bûye, li welatekî dûr jiyan terk kiriye. Heta roja ku miriye 75 sal temenê xwe di ber doza gelê xwe de derbas kiriye. Serokekî pêşketî, zanayekî bêhempa, qehremanekî jêhatî, umîda gelekî, lê li dinyayê ji bilî cilên li ser bejna xwe û mawîzera di destê xwe de, nebûye xwediyê tiştekî.

Navê Malbata Barzanî bi navê Kurdistan û doza gelê Kurd re bûye yek, dema navê Kurdistanê tê hildan malbata Barzanî tê ber çavên meriv. Wekî nan û av, wekî şîr û mast, du cewherên ku yek bêyî yekî nabe. Mistefa Barzanî ew kes e ku hezkirina Malbata Barzanî xistiye dilê dostan, navê Kurdan jî xistiye rojeva dinyayê. Ji Mistefa Barzanî pirsîn welatê Kurdan ku der e, got: `Cihê ku kewê gozel lê birêse (bixwîne), cihê ku dara berûyê lê hêşîn bibe, ew der welatê Kurdan e.”

Mihemed Seîd Temel kî ye?

Mihemed Seîd Temel sala 1952an li gundê Tilmercê ser bi bajarê Êlihê (Batmanê) ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye, ya navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye.

Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Sala 1975an li saziyên dewletê dest bi kar kiriye û sala 1998an malnişîn bûye.

Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heftan e. Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike. Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Êlihê ye.

Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:

 

1. Reşokê Dirêj (2014); Zargotin û çîrokên herêmê.

2. Tehtên Bilind 2014); Romana serpêhatiyeke herêmî ye.

3. Eşîra Reşkotan (2016); Derbarê eşîrê de ye.

4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); Romaneke dîrokî ye.

5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); Romaneke dîrokî ye.

6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); Romaneke dîrokî ye.

7. Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî (2021); Romaneke dîrokî ye.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply