Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şaḧmaran), gotinek e ku ji “Şaha Maran” tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û …
Read More »LI CEM WE ÇÎROK ÇAWA DEST PÊ DIKIN?
Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û …
Read More »Çîrokek ji devê bavê min Melle Muhammed: ARRAF (PISPOR)
Melayên welatê me her yek di berîkên wan (cêvên wan) de bi sedan çîrok û serpêhîtîyên ku divê mirov tomar bike(qeyd bike) û jê sûd werbigre hene. Bavê min Mela Muhammed jî Xwedê me bide xatirê duayên wî, yek ji van alimên Kurdistanê ye ku di Medreseyan de perwerde dîtiye …
Read More »KÊZ XATÛN
Hebû tunebû, kêzikek hebû, jê re digotin Kêz Xatûn. Rojekê kêz xatûnê biryara xwe da, got: Tenêbûn dijwar e, ne xweş e, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim şû bikim. rabû bi rê ket, çû çû, rastî şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. şivanî got: – …
Read More »Nivîsandina Tinazî
“Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike” “Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, çima te ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune û bê pere yî? Mêr jê re got, ez westiyam hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê …
Read More »Gundê Koran
Li welatekî mirovek hebûye, ji gundê xwe, ji êl û eşîre xwe, ji lêzim û hogirên xwe aciz bûye, ji wan xeyîdiye, ji cih û warê xwe derketiye û terkedinya bûye. Bi rê ketiye û bi şev û bi roj meşiyeye, li deşt û zozanan geriyaye, di nişûvan de berjêr …
Read More »Mela Îbrahîmê Mixakomê û Waliyê Mûşê
Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn Hemd ji Xweda ra û selat û selam li ser Resûlê Wî be! Walî; got: “Mela şertên îmanê çend in?” Mela got: “Sisê ne! 1- Sewqe bide serê xwe, 2 – Nasnama Tirkiyê di cêba wî da be, 3- Eskeriyê kiribe” Min xwe …
Read More »ŞÎRETA ROVÎ LI ÇÊLAN JI BO REZÊ ŞÊX
Dibêjin, roviyek di şikêreke li nava rezên gûndê şêxekî, têjik derxistine. Dema çêlîkên Rovî givrok bûne, êdî Rovî wan fêrê xwarina tirî jî kiriye. Lê rovî şîret li çêlan kiriye û weha gotiye: – Hûn di nava rezên gundiyan de ne, mêw tev li ber we ne, li navê serbest …
Read More »Cudahiya di navbera çîrçîrok û çîrokê de
Beriya her tiştî divê em der barê pênaseya nav de xwe hinekî zelal bikin. Bi dîtina min çîrok pênaseyek ne rast e. Zêdetir ji bo qiset an jî serpêhatiyan tê bikaranîn. Li şûna peyva çîrokê, çîrçîrok bê gotin bêhtir di cih de ye. Lewre çîrçîrok hinekî di nav xwe de tê afirandin û …
Read More »CEZAYÊ MAÇEKÊ (Folklorîk)
Dibêjin, paşayekî mêrê sê jinan hebûye. Paşê ji hers ê jinên xwe jî pir hezdikir. Lê ji hersê jinan, tenê keçeke wî hebûye. Keçik jî, pirî dela bû, meriv digot qey hîv û roj li ber rû û bejna wê hatine wergirtin. Zilamek jî li bajarê Paşê hebûye. Ew zilam …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…