“Ehlê dunyayê seraser dijminên min bin Mela Piştemêrê min ‘Elî bi, heyderê kerrar-i bes”
Melayê Cizîrî
Wek ku Seyda dibêjî, divê li vî dinya ye bêbext û bêrehm pişte mirov saxlem bî.. Divê piştemêrek hebî ku piştgirî bide mirov.. Piştemêrek wek ‘Elî.. Wek ‘Elî mêr û mêrxas.. Wek ”Elî wêrek..
Wek ‘Elî jîr û zane... Dîsan darb-i mesel e, têt gotin ko rojekê mîrovekî li zikê yê hember xwe lêdanek tun dide. Ew kesê ko ji zikê xwe lêdanê dixwe dibêje; ax pişta min.
Lêdanvan matmayî dimîne û ji yê lêdanxwar re dibe; “Min tiştek ji gotina te fam nekir. Ez li zikê te dixim, tu dibêje ax pişta min.” Yê lêdanxwarî dibêje; “Ger îro pişta min hebûya, te nikarîbû lêdan li zikê min bida.”
Nivîskar: Yusuf Agah