Seydayê Hecî Mûsa (1883–1963)

Bi rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan Hawar û Ronahî û hatina hikumetên erebî di sûriyê de sala 1946an, ew nivîsandina ku bi zimanê kurdî hebû, qedexe bû. Ne wilo tenê jî, tev nivîsandinên bi zimanê erebî, li dor Kurd û Kurdistanê qedexe bû.. û wiha bi demê re gelek ji pêmayê me nehat nivîsandin û parastin wiha jî beşekî mezin ji dîroka me kurdên Cizîrê a devikî bi kalemêr û pîrejinan re çû gorê. Di encam de gelek ji dîroka me bi koçkirina wan re winda bû..

Wek ku diyare, dîrok kilîta rojên ayinde, An paşerojê ye. Eger em Kurdên Rojava xwedî paşeroj bin, gerek dîroka me hebe, em xwedî dîrok bin û pêwîste em li dîroka xwe bigerin, bidin hev û tomar bikin.. Bêguman, ew Feqe, Mela û Şêxên ku di hicrik û tekiyan de destxetên wek dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Şêx Ehmedê Xanî, dîwana Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî ji bo me parastin û pêre jî zimanê me parastin, ew peşek in ji dîroka me.

Di baweriya min de, roja îro li gor derfetên ku ji me kurdên Rojava re hene, parstina navê wan, parastina ziman û beşekî ji dîroka me ye. Di vê mijarê de, wek a ku berî çend rojan min li dor Mele Îbrahîmê Tilşiîrî belav kir, bi min xweş e ku îro jî, ez Seydayê Hecî Mûsa bi we bidim naskirin.

Seydayê Hecî Mûsa kî ye?

Ji şêxên rêçika Neqişbendî yên naskirî ye, bi koka xwe ji malbata Seyidên Bêcirmanî ye. Ew di sala 1883 an de li Kurdistana bakur çêbûye, li pey xwendina olî di gelek hicrik û dibistanên olperestiyê de xwendiye.. Piştî ku xwendina xwe bi serketin bi dawî aniye, wek Melakî 12 ilmî li beriya Mêrdînê meletî kiriye û feqe perwerde kirine.. Nexasim li gundê me Nicim ku dor 30 feqeyên wî hebûn û apê min Hecî Ibrahîm (Birko), li ber destê wî fêrî xwendina Quranê bû..

Paşê Seydayê Hecî Mûsa bûye yek ji xelîfeyên Şêx Ehmedê Xiznewî û di nav kurdên Serxet û Binxetê de hatiye naskirin. Di pey re, ji ber hin probleman di navbera wî û mala Şêx Ehmedê Xiznewî de, wî bi tena xwe rêçika Neqişbendî ji gundê Sîha Mivred bi rêve biriye û belav kiriye û wiha gelek murîd û sofiyên wî çêbûne û gotina şêx li navê wî zêde bûye û jêre hatiye gotin Şêx Seydayê Hecî Mûsa. Ew di 13 sibata 1963 an de li gundê xwe Sîha Mivred, ku 30 Km başûrî Qamişlo dikeve, koça dawî kiriye û lê hatiye veşartin. Şêx Seydayê Hecî Mûsa ji şêxên Kurdan yên Kurdperwer bû. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply