Min dît dîlberek di govend û semayekî
Ji çav dibarîn ken û eşq, lê hima di govendekî
Ez gelek lê baldarbûm,çav bi çav li benda ronîyek bûm
Ewa min dî, wek kulîlkekî!.. nikarim bêjim bi gotin kêmekî
Nayê gotin bi pesnekî têr nabim ji hem civînekî
Ewa dibêjim bû bo min, wek evînekî, nagehêm,ber bejnû balayekî
Ew dîlber xweş awazekî, bi gotin xweş û zar şirînekî
Tîrek limin xist bi awirekî, dil bir jimin bi ken û awazekî
Bejin zirav delaleke wekî ava zelale ew , wisa bûm lal bi dengê wê
Nikarim bidim pesnê wê ; jiber ku ew deng xweşeke
Gav bi gav ket dilê min, xilmaş kir min ji xewa giran
Dema çav limin vebû ketim doza evînekî
Ew evîna dilê min bû, ji awazên kurmancî bû
Min hezkir û hezdikim, ji bejnû balaya Dîlberekî
Ka çi bêjim; bi reng û rewşa, xweş bêjekî
Li serê govendekî, ji evîna dil hezekî
Bawer bike naçe jibîra xortekî, ewa ye ku dîlberekî
Çav bi kil birî qelem, xwedî soz û rûmetekî
Bawer Yekta
yektabawer@gmail.com